MŞD: Em ê hesab ji dagirkeriya PDK-AKP'ê bipirsin

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), êrîşa îro ya çeteyên PDK'ê ya li Xanesorê li dijî Êzidiyên sivîl kir, bi tundî şermezar kir. MŞD'ê got, "Roj roja xîret û seferberiyê ye" û bang li tevahiya gelê Kurd kir.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) der barê êrîşa îro ya çeteyên PDK-AKP'ê de, ku li Xanesorê jineke Êzidî jiyana xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku DAIŞ'ê bi komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an re nekarîbû hemû Êzidiyan qir bike û hat destnîşankirin, ku PDK û AKP niha hewl didin vê qirkirinê temam bikin.

MŞD'ê diyar kir, ku divê AKP û PDK baş zanibe, Êzidî ne tenê li Şengalê ye, li tevahiya cîhanê wê bi ruhê berxwedana Şengalê li ber xwe bidin û hesabê ji dagirkeriya wan bixwazin.

MŞD'ê got, "Roj roja xîret û seferberiyê ye" û bang li tevahiya gelê Kurd bi taybetî Êzidiyan kir, ku bi hemû derfetên xwe xwedî li berxwedana Şengalê, YBŞ/YJŞ'ê derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de MŞD'ê got, "Bimire xiyanet, bijî berxwedana Şengalê."