MPKE biryara destekkirina ji nû ve avakirina Kobanê da

MPKE, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ya ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hilweşiya, banga destekkirinê li welatên endam kir.

MPKE, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ya ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hilweşiya, banga destekkirinê li welatên endam kir.

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), di beşa dawî ya rapora bi serenavê "Hilweşînên însanî yên çalakiyên koma terorîst DAIŞ'ê" hat nîqaşkirin û qebûlkirin de xala "Ji bo vegera Kobaniyên ketine rewşa penaberiyê li bajarê xwe, ji nû ve avakirina Kobanê were destekirin" cih girt. Bi vê biryarê re, banga destekkirina ji nû ve avakirina Kobanê ji 47 welatên endam, ji Komîteya Wezîran ku desteya bicihanînê ye û ji parlamentên welatên endam re hat ragihandin.

Rapora ku ji aliyê raportorê MPKE yê Sûriyeyê û yek ji wezîrên berê yê Fransayê Jean-Marîe Bockel ve hat nivîsadin, piştî nîqaşa 3 saetan bi yekîtiya dengan hat qebûlkirin. 

Di raporê de tê destnîşankirin ku pêkanînên DAIŞ'ê û yên mîna wê, wê di çarçoveya "Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê" werin nirxandin û bang tê kirin ku ji bo saziyên dadgeriyê yên weke Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bikevin nava tevgerê, tavilê hewldan werin destpêkirin.

11 MÎLYON 500 HEZAR MIROVAN CIH Û WARÊN XWE TERIKANDIN

Di raporê de hat ragihandin ku li gorî daneyên dawî yên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), li Sûriyeyê 4 mîlyon mirovî welatê xwe terikandine, 7.5 mîlyon jî neçar mane malên xwe biterikînin û koçber bibin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ev yek tê wê wateyê ku li gelemperiya Sûriyeyê 11 mîlyon 500 hezar mirov neçar mane cih û warên xwe biterikînin û hat bibîrxistin ku ji sala 2014'an û pê ve 3.500 jê zarok bi giştî 76 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane.

Di dewama raporê de hat gotin ku 4 mîlyon mirovên Sûriye terikandine koçî Lubnan, Tirkiye, Urdun û Iraqê kirine, ji sedî 85 ê mirovên koçî Tirkiye û Urdunê kirine li derveyî kampan dimînin û ev kesên nikarin alîkariyê werbigirin di naxa xizaniyê de dijîn û hat ragihandin ku ev mirov neçar dimînin parsekiyê bikin yan jî canê xwe bixin bazarê.

Di dewama raporê de, ji bo karesat zêde nebe mezin nebe hat destnîşankirin ku divê Ewropa pêşî li tevlîbûna li nava refên DAIŞ'ê bigire û vê şebekeya sûc asteng bike.

Di civata giştî ya li ser raporê de, li ser navê Koma Çep a MPKE Alîkarê Hevserokê HDP'ê Nazmî Gur axivî. Gur da xuyakirin ku DAIŞ û çeteyên mîna wê yên sûc, li Şengal, Rojava û tevahiya Sûriye û Iraqê sûcên mezin li hemberî mirovahiyê kirine û got, "Penaber hatine ji bîrkirin. Li Tirkiyeyê gelek penaber hene. Lê belê gelek ji wan nikarin ji alîkariyê sûdê werbigirin. Di rewşeke perîşan de ne. Her kes dizane ku li Kobanê û li Şengalê DAIŞ'ê sucê li dijî mirovahiyê kiriye. Lê belê di serî de li Kobanê, li tevahiya Rojava Kurdan li her qadê berxwedaneke mezin nîşan dan û divê ev yek êdî ji nedîtî ve neyê. Ji bo xebatên ji nû ve avakirina Kobanê weke dewletêne ndamê Konseya Ewropayê divê em destekeke tam bidin."

KURD JI DIL LI BER XWE DIDIN

Rapora MPKE ya Tirkiyeyê Josette Dûrrîeû jî anî ziman ku divê DAIŞ sivik neyê dîtin û got, "Armanca wan bi destxistina Şam û Bexdayê ye. Bi qasî ku dikarin belav bibin, dixwazin belav bibin. Li hemberî vê yekê Kurd ji dil û bi can li ber xwe dan."

Li ser navê Koma Çep parlamentera Yewnanîstanê Lîana Kanellî jî ragihand ku divê barbariya DAIŞ'ê were dîtin anî ziman ku şerên olî qada pisporiyê ya Ewropayê, mêtîngerî qada pisporiyê ya Ewropayê ye û got, "Mîna duh em jî rojî îxracî derveyî xwe dikin. Em şer û pevçûnan êdî biterikînin."

Di rûniştina civata giştî de ku ji zêdeyî 40 welatan parlamenteran mafê axaftinê wergirtin, parlamenterekî pêşniyara "Ji bo yên di komkujî û qirkirinên li dijî mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dane" deqeyeke rêz were girtin. Li ser vê yekê deqeyek rêz hat girtin.