MPKE: Bila rojnamevanên girtî bên berdan
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bal kişand ser girtina rojnamevanan li Tirkiyeyê û xwest, mirovên ji ber karê rojnamevaniyê hatine girtin bi lezgînî werin berdan.
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bal kişand ser girtina rojnamevanan li Tirkiyeyê û xwest, mirovên ji ber karê rojnamevaniyê hatine girtin bi lezgînî werin berdan.
Li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê pêşnûmeyeke pêşkêşî dengdanê hat kirin û di vê pêşnûmeyê de hat ragihandin, rewşa rojnamevanan li welatên Konseya Ewropayê (KE) bi taybetî ki Tirkiyeyê, di asta 'alarmê' de ye. Di metna pêşnûmeyê de hat xwestin, hemû rojnamevanên bi îdîaya 'bi rengekî çalak tevlî sûcdariyên terorê bûne' tên sûcdarkirin, bên berdan.
Dengdan bi wesîleya rapora KE ya li ser êrîşên li dijî azadiya medya û rojnamevanan li welatên Ewropayê, hat kirin. Ji bo pêşnûmeyê li MPKE 110 dengên 'erê', 15 dengên 'na' û 9 dengên 'bê alî' hatin bikaranîn.
Di rapora navborî de hat ragihandin, ji Çileya 2015'an û vir ve 16 rojnamevan li welatên Ewropayê hatin kuştin û bal hat kişandin ser mirina rojnamevanan li Ûkrayna, Rûsya Spî û Tirkiyeyê. Di raporê de hat bibîrxistin, ku di Kanûna 2015'an de rojnamevanê ji Sûriyeyê Najî el Jerf li Dîlokê hat kuştin û rexne hat kirin, ku tevî ku tê zanîn çeteyên DAIŞ'ê berê gef lê dixwarin, hê jî kujerên wî nehatine dîtin.
Di raporê de hat gotin, zêdeyî 100 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî ne, qerta çapemeniyê ya bi sedan rojnamevanan jî hatine betalkirin. Her wiha rexne hat kirin, ji ber ku ji 15'ê Tîrmehê û vir ve li Tirkiyeyê zêdeyî 100 rojname, kovar, radyo û qenalên televîzyonê hatine girtin.