Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji nêzîk ve bûyer û krîzên siyasî, civakî û xwepêşandanên li Iraqê dişopîne, balkişand ser avanekirina hikûmetê, sedem û destwerdanên derve yên li ser Iraqê. Her wiha Ehmed diyar kir ku nûnerên rasteqîn ên civakê li Parlementoyê nîne, ji bo wê ne parlemento û ne jî hikûmet nikare çareseriyekê peyda bike.
Ehmed ji bo çareseriyê jî modela Konfederalîzma Demokratîk a Rêveberiya Xweser a li Şengalê tê birêvebirin, ji bo Iraqê destnîşan kir.
TEVÎ HEMÛ HEWLDANAN IRAQ BÊ HIKÛMET MA
Ehmed qala çawaniya dema hilbijatina sala borî kir û got: “Piştî xwepêşandanên Tişriniyan a sala 2019’an Adil Ebudlmehdî ji desthilatê ket, Mûstefa El Kazimî hate ser hikûmeteke demkî. Hilbijartineke pêşwext 10’ê Cotmeha 2021’ê pêk hat. Ji wê rojê heta niha tevî hemû hewldanan hikûmet nehate avakirin. Parlemento civiyan, serokê parlementoyê hatin hilbijartin, weke din ma.”
Di vê demê de li ser avakirina hikûmetê du alî derketin pêş. Ji vana yek PDK Hevpeymaniya Serwer û Mûqteda Sadir bûn. Armanca vê hevpeymanê avakirina hikûmetek niştîmanî be. Li aliyê din Hevpeymana Çarçoveya Hemahengî hebû. Niha halê hazir hemû aliyên siyasî yên li Iraqê girêdayî hêzeke derve ne. Ev yek jî dibe sedem krîz û aloziyên li Iraqê zêde bibin, mirin çêbibin. Rê li ber ketina aborî vedike, her wiha xwepêşandan zêdetir bibin. Di encamê de ji sala 2019’an heta niha bi sedan kes hatin qetilkirin, hatin girtin.”
‘PDK BÛ YEK JI SEDEMÊ ESASÎ HIKÛMETA IRAQÊ NEYÊ AVAKIRIN’
Rojnamevan Silêman Ehmed yek ji sedemê avanebûna hikûmetê Kurd bi taybet PDK nîşan da û ev tişt anî ziman: “Yek ji sedemê din ku hikûmet nayê avakirin, ew e aliyê Kurdî ne. Piştî rûxandina rejîma Baasê li ser rêveberiyê di nava Kurd, Sine û Şîayan de hate parvekirin. Para Kurdan jî Serokkomarî bû. Lê sala 2018’an PDK’ê ve yek binpê kir. PDK’ê niha rê neda ku YNK bi namzetê xwe biçe parlementoyê û krîz ji wir jî destpê kir. Sadir berî ji parlementoyê derkeve, xwest civînek bike û bi vî rengî serokkomar diyar bibe, ew jî fermanê bide yekê ku bikare hikûmet bê avakirin. PDK xwest ne tenê li Başûrê Kurdistanê heman demê xwest li Iraqê jî xwe bike desthilat.”
JI BO HIKÛMET BÊ AVAKIRIN PEYMANA ‘ÎDAREYA DEWLETÊ’ HATE AVAKIRIN
Ehmed anî ziman hewldanên avakirina hikûmetê ya piştî aloziyan hê jî didome û ev nirxandin kir: “Vê dema dawî koalîsyonek ya bi navê ‘îdara dewlet’ hate avakirin. Ew jî Helbûsî, YNK, PDK dîsa hevpeymanên Şîa û kesên serbixwe cih di nav de digirin. Li vir Mihemed Helbûsî lîstikek lîst, berî civîn çêbibe, îstifaya xwe da. Ev peyamek bû ji bo Sadir da nîşandan raste li ser erêkirina te bûm serokparleman, lê va weke din jî dikarim cih di parlementoyê de bigirim.”
‘EGER NÛNERÊN RASTEQÎN ÊN GEL NEBIN, GEL NAÇIN SER SINDOQAN’
Rojnamevan Ehmed wiha domand: “Mijar hikûmet bê avakirin, neyê avakirin nîne, mijar ew e bê ka hikûmetek bi vî rengî çawa bikare kar bike û li ser hikûm bimîne ye. Hikûmetek bê Sadir wê zêde emrê wê nebe. Ji xwe ji ewilê ve gelek aliyên Iraqî ev hilbijartina pêşwext qebûl nedikir, ji ber gendelî û diziyê. Di vê rewşê de ku alozî li Iraqê pir in, eger hilbijartinek pêşwext jî bê kirin wê encamek baş bi xwe re neîne. Çiqas hilbijartin bê kirin, eger nûnerên rasteqîn ên gel nebe, gel wê neçe ser sindoqan û dengê xwe bikar neîne.
‘ŞOREŞA TIŞRÎNIYAN JI WAN DIZÎN’
Xwepêşandanên Tişriniyan kesên ciwan bûn, nû bûn; baweriya wan bi demokrasiyê hebûn. Ew kes li dijî dizî, gendelî û desthilatê rabûn. Li dijî destdirêjiya hêzên derve rabûn serpiyan. Lê piştre biketina destên siyasî ya nav, ji rêya xwe ya esasî derketin. Ji bo xwepêşandanên Tirşrîniyan digotin ‘Şoreşa Tiştrîn’, desthilatê ew şoreş ji wan dizîn. Hikûmeta bê avakirin nikare nûnertiya ciwan, jinan bike. Parlementerên tên hilbijartin tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Her wiha partî jî bi heman rengî.”
MODELA ŞENGALÊ DIKARE IRAQÊ BI HEMÛ PÊKHATEYAN VE JI VÊ REWŞÊ DERXÎNE
Ehmed ji bo Iraq ji vê rewşê derkeve bal kişand ser nimûneya Konfederalîzma Demokratkîk a Rêveberiyên Xweser ku niha li ser axa Iraqê li Şengalê tê pêkanîn û ev got: “Iraq xwedî çêkereke pir netew û pêkhate ne. Eger hikûmetek bê avakirin nûnerê van ê rastî nebe, hikûmet wê dom neke. Ji bo hikûmet bê avakirin û nûnertiya hemû gelan û pêkhateyan bike, yek proje heye. Ew jî Şengal e. Bi vîna xwe ya civakî, dîsa hêzên xwe yên leşkerî û îdarî xwe birêve dibe. Rojane ji herêmên nakok ên madeya 140 bigire heta Bexda, Diyala, Mûsil DAÎŞ êrîş dike û mirov dibe qurbanî. Li Şengalê çima DAÎŞ nikare êrîş bike. Tevî ew qas komkujî û fermanan civakek bi vê modelê xwe birêve dibe. Şêwazê rêveberiya wê jî nimûneya Rêveberiya Xweser e. Modela herî guncav ji bo Iraqê ew jî Rêveberiya Xweser e. Li Rojavayê Kurdistanê tevî ewqas şer û aloziyan bi vê modelê gel xwe birêve dibe. Şengal jî bi heman rengî. Hinek kes û alî vê ji bo xwe metirsî dibnin, ji ber ev proje esas berjewendiyên gelan dibîne.”
‘IRAQ LI SER HÊZÊN DERVE HATIYE PARÇEKIRIN’
Rojnamevan Silêman Ehmed bal kişand ser parçebûna Iraqê ya li ser destê hêzên derve û wiha pêde çû: “Iraq bûye Sûriyeya duyemîn. Weke Lîbya, Yemen lê hatiye. Dewletên li ser Iraqê li hev nakin, xwedî berjewendî ne, Iraq li ser xwe parçe kirine. Tirkiye beşek wê dagirkiriye, Îran bi rêya hinek partiyên siyasî, hinek hêzên leşkerî hikûm li ser cihekê dike, birêve dibe. Li herêmên Sûne jî bi heman rengî. A rast Iraq hatiye parçekirin. Iraq di nava hêzên navneteweyî û herêmî de hatiye parçekirin. Ev parçekirin zêde li ser ragihandinê diyar nebûye, lê her kes di nava xwe de Iraq parçekiriye, naxwazin li ser ragihandinê eşkere bikin. Her kesê veşartî li ser Iraqê li hev kiriye. Li Iraqê hem Tirkiye û hem jî Îranî serwerin. Dîsa DYE û hinek hêzên din li ser axa Iraqê serwerin. Her kes dixwaze para xwe ji Iraqê bigire.”
‘GELEK PROJEYÊN TIRKIYE JI ŞENGALÊ BIGIRE HETA NÎNOWA HEYE’
Ehmed bal kişand ser plan û projeyên Tirkiye ya li ser axa Iraqê û ev got: 1Tirkiye li ser Mûsil û Kerkûk, dîsa xeta madeya 140 gelek projeyên xwe hene. Projeya Tirkiye bi Kazimî re jî heye. Kazimî girêdayî kesên derve ye. Destpêkê Kazimî weke rizgariyê Iraqê hate desthilatê, lê em dibînin wisa nîne. Gelek projeyên Tirkiye û Îranê hene li ser Iraqê. Iraq bûye şereke navneteweyî. Emerîka, Brîtanya, Fransî, Tirkiye û Îran hinek hêz avakirin bi piştgirîkirina wan şer dikin. Tirkiye çima dixwaze êrîşî Şengalê bike? Dixwaze ji Şengalê bigire heta, Nînawa, Xaneqîn, Kerkûk û heta Bexda biçe, rêyeke ya hesin a trenê çêbikin.
KÎJAN HÊZ LI SER PETROLÊ SERWER BE, WÊ ZÊDETIR XWEDÎ GOTIN BE
Piştî aloziyên Rûsya û Ukranya, li Iraqê weke alternatîfek peyda bikin. Iraq û welatên bendavê yên Ereb xetên petrol û gazê û dîsa enerjî hemû li ser Iraq û Tirkiyeyê re bê çêkirin. Ev jî krîzek nû bi xwe re anî. Hinek hêz dixwazin ev enerjiya ji bendava erebî û Iraqê derdikevin, bi rêya Tirkiye derxin Ewropayê. Ev jî alozî bi xwe re tîne. Êrîşên li ser bîrên petrolê yên li Çemçemal a Silêmanî li ser vî esasî bûn. Dixwazin kontorl bikin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi xwe daxuyanî dan gotin ku ew dixwazin bibin alternatîf di warê enerjiyê de.”
‘PDK’Ê MUDAXELE KIR KU XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ TIRKIYE RAWESTIN’
Rojnamevan Ehmed diyar kir ku di mijara komkujiya li Seyrangeha Perex a Zaxoyê de xelkê Iraqê cidî bû ji bo Tirkiye derkeve ji nava axa Iraqê, lê hinek aliyên siyasî ketin navê ev yek berovajî kirin û gel dan sekinandin. Li ser vê yekê ev got: “Li seyrangeha Perex a Zaxo bi destê dewleta Tirk komkujiyek li ser xelkê Ereb hat. Di vê êrîşê de jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin 32 kes jî birîndar bûn. Xelkê Iraqê li dijî vê yekê rabû û xwestin bi temamî Tirkiye ji xaka Iraqê derkevin. PDK’ê mudaxeleya vê kir, Mesrûr Barzanî çû gel Kazimî ji bo wî got ku divê dengê kolanan qût bike. Diyar kir ku nabe êrîşî Tirkiye bike, piştî wê Hakan Fîdan hat Iraqê, piştre çû Sûriye, gelek hevdîtin hatin kirin. Gelek aliyên siyasî li ser esasê berjewendiyên siyasî bi Tirkiye re li hev kirin. Helwestê xelkê Iraqê li ber Tirkiye zelal bû, her kes dixwest Tirkiye ji axa Iraqê derkeve.”
‘BÛYERÊN BÎRÎ NIHA RÛ DAN, NÎŞAN DA DIBE ŞEREKE NAVXWE RÛ BIDE’
Ehmed hişyarî jî da ku dibe ji ber van alozî û destwerdanên hêzên derve û nelihevkirinên navxwe dibe Iraqê ber bi şereke navxwe û giran ve bibe jî û ev anî ziman: “Sala pêşiya me dibe li Iraqê şerek navxwe rû bide, ji niha ve hinek nîşaneyên wê derketin holê. Berî du mehan ev yek derket holê. Gelek kesan destek kirin ji bo şerê navxweyî li Iraqê rû bide. Gavek paşve hate avêtin, ji ber encam diyar e, wê aloziyan kûrtir bike. Wê komkujî zêde bibin, peymanên li ser aborî û enerjî hatine kirin wê hemû têk biçin. Şerek navxwe çêbibe, wê Kurd jî para xwe ji vê bigire. Bandora xwe li ser xelkê Herêma Kurdistanê bike, ne tenê li Iraqê derbasî welatên din jî bibe.”