MKP: Em bi şerê gel ê sosyalîst bi ser bikevin
MKP’ê derbarê salvegera avabûna xwe daxuyaniyek weşand û got ku “Em bi şerê gel ê sosyalîs bi ser bikevin.”
MKP’ê derbarê salvegera avabûna xwe daxuyaniyek weşand û got ku “Em bi şerê gel ê sosyalîs bi ser bikevin.”
Buroya Siyasî/Komîteya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) derbarê salvegera xwe ya 49’emîn îro daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Bi wesîleya salvegera 49’emîn a partiya me ji salên 1972 heta 2020’an em rêhevalên xwe yên qehreman bi bîr tînin.
Beriya partiya me, partiya me ya îdeolojîk, teorîk û siyasî TKP(ML) 48 sal berê di sala 1972’an de bi pêşengiya rêheval Îbrahîm Kaypakkaya li Çîyayên Kurecîkê yê Meletiyê di nav şer û têkoşîna gerîla de hate avakirin.
Di sala 49’emîn a têkoşînê de bi xwedîderketina rêxistina li ser bingeha siyasetê û li ser bingeha peywirên şênber, em li her qada têkoşîna çînê bi biryardariya peywirên şoreşger divê zêdetir bixebitin û têkoşîna şoreşgerî bi şerê gel ê sosyalîst bi pêş ve bibin.
Em dizanin ku em ê bi ser bikevin, wê gel bi ser vikeve, şerê gel ê sosyalîst wê bi ser bikeve.”