MKP’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê banga berxwedanê kir

MKP’ê diyar kir ku geşkirina berxwedanê erkeka şoreşgeran ya bi lezgînî ye.

Buroya Siyasî ya Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst a Komunîst (MKP) têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da û got: “Desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê, bi hesabê karkirina hilbijartinan dest bi êrîşêke hovane ya nû li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir.“

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

“Em radigihînin ku em bi gelê Kurd ê bindest re ne. Em, bang li hemû gelê Tirk û Kurd dikin ku bibin yek û dengê xwe bilind bikin, û bang li hemû demokrat, rewşenbîr û hêzên gel ên şoreşger dikin ku li her derê têkoşînê gur û geş bikin û kuçe û kolanan zebt bikin.

Desthilatdarî, bi vê êrîşkariya dagirker, li kirina sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dewam dike. Desthilatdariya faşîst ku ji hebûn, destkeftî û statuya Kurdan aciz e, erdnîgariya Kurdan dagir dike, qetlîam li ser qetlîamê dike.

Di serî de berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên faşîzmê, geşkirina têkoşîna rewa li dijî dagirkerî û qetlîamê bi qasê ku lezgîn e ewqas jî erkeke şoreşgerane ye. Piştevaniya bi gelê Kurd re, xwedî derketina lê, teşhîr û tecrîdkirina deshilatdariya nijadperest, faşîst, provokator û komploger, nabe ku bê taloqkirin.“