Mizrakli: Ev zalim wê di demek kin de birevin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê 9 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hate birîn got: “Ev zalim wê di demeke kin de birevin.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, di çarçoveya îtîrafkariya Hîcran Berna Ayverdî de hatibû girtin. Mizrakli bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin. Danişîna biryarê ya doza Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin. Bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ 9 sal 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakli hate birîn.

Mizrakli di peyama xwe de ji bo vê desthilatê got: “Ev desthilata ku gelek guneh û xirabî kirî wê di demek kin de birevin.”

Mizrkakli bi domdarî got: “Em di pêvajoyekê de ne ku ji her tiştî zêdetir pêwîstiya me bi başî, heskirin, ronîbûn û aştiyê heye ve diçin. Dem dema li dijî xirabî baştî, li dijî tarîtî ronî, li dijî tirsê cesaretbûn û li dijî şer mezinkirina aştiyê ye.

Em dil bikin yek û mil bi mil dikarin mizgîniya siberojê bînin. Mizgîneyeke min bo we heye. Ev zalim wê di demeke pir kin de birevin.”