Mitînga ji Ocalan re Azadî roja Sêşemê li Strasbourg e
Mitînga ji Ocalan re Azadî roja Sêşemê li Strasbourg e
Mitînga ji Ocalan re Azadî roja Sêşemê li Strasbourg e
Çalakiya nobetê ya li ber Konseya Ewropayê ya bi mebesta ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî re azadî hatibû destpêkirin kêm maye saleke xwe tijî bike. Kurdistaniyên li Ewropa dijîn di yekemin salvegera çalakiyê de wê li Strasbourg bên gel hev û daxwaza ji bo azadiya Ocalan dubare bikin.
Ji bo çalakiya nobetê ya li bajarê Strasbourg ê Fransa li pêşiya Konseya Ewropayê dest pê kiribû û îro wê komeke wê dewr bigire, di salvegera wê ya yekemîn de mîtîngeke mezin wê bê organîzekirin. Mîtînga ku 25’ê Hezîranê roja sêşemê saet ji 10.00’an heya 16.00’an wê berdewam bike de, bîlonçoya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan hatibû destpêkirin wê bê pêşkêşkirin.
Di çalakiya ku dê heyet bi Konseya Ewropa, Parlementoya Ewropa û Komisyona Şopandina Mafê Mirovan re hevdîtinê bike, her wiha dê nûnerên saziyên Kurd ên li Eworpa jî dê tevlî bibin. Di çalakiya ku dê li ser navê Înîsiyatîfa Azadiya Ocalan axaftinvan tevlî bibin, çav lê ye ku siyasetmedarên Fransî û Ewropî ên piştgiriya gelê Kurd jî dikin tevlî bibin.
DÊ JI GELEK BAJARÊN ALMANYA, SWÎSRE Û FRANSAYÊ TEVLÎBÛN ÇÊBIBE
Çalakiya ku dê 25’ê Hezîranê were li darxistin piranî Kurdistaniyên li herêma Aslas-Loren a Fransayê, ji bajarên Swîsre ên ser sînorê Fransayê, bajarên Lahr, Offenburg û Freiburg ên Almanyayê tevlî bibin. Çalakiya ku ji ber sedema yekemîn salvegera kampanyayê tê lidarxistin, bi dehan hunermendên endamên Tev-Çandê jî dê beşdar bibin û derkevin ser dike.
Li aliyê din jî, Kurdistaniyên ku tevlî çalakiya nobetê ya saleke didome bûne jî çav lê ye tevlî mitîngê bibin.