Misirê êrîş şermezar kir, banga civînê li Yekîtiya Ereban kir

Misirê êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û banga lezgîn a civînê li Yekîtiya Ereban kir.

Hikûmeta Misirê êrîşên dagirker ên Tirk şermezar kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Misrê ev hate gotin: “Em bi tundî êrîşa dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de têkildarî êrîşê got: “Ev êrîşa namerd a li dijî serweriya birayê dewleteke Erebî nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de banga lezgîn a civînê li Yekîtiya Ereban kir. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ahmed Ebû Geyt beriya êrîşê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îhtimal heye ku zêde pêşiya nakokiyan bê vekirin.”