Mirovên Aqilmend: AKP'ê ji bîr kiriye demokrasiyê têxe hundirê pakêtê!
Mirovên Aqilmend: AKP'ê ji bîr kiriye demokrasiyê têxe hundirê pakêtê!
Mirovên Aqilmend: AKP'ê ji bîr kiriye demokrasiyê têxe hundirê pakêtê!
Mirovên Aqilmend li hemberî pakêta AKP'ê nerazîbûn nîşan dan ku pêşniyar wan bi raporan pêşkêşî hikûmetê kiribûn, di pakêtê de cih negirtine. Celalettîn Can got, "Serokwezîr ji bîr kiriye demokrasiyê têxe hundirê pakêtê" û nêzîkatiya pakêtê jî bi gotina "bi taybetîkirina azadiyan re taşeronkirin" bi nav kir.
Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Celalettîn Can û Zubeyde Teker, li salona civînê ya Cezayîrê civîneke çapemeniyê lidar xist û "pakêta demokratîkbûyînê" ya duh AKP'ê aşkera kir, nirxandin.
Celalettîn Can di axaftina xwe de diyar kir uk piştî Heyeta Mirovên Aqilmend hatiye avakirin ji wan re hatiye gotin ku dê rapora 7 herêman bên amadekirin, pêşkêşî hikûmetê bên kirin û ji van 7 raporan jî raporek bi tenê bê amadekirin û ji raya giştî re bê aşkerakirin. Can da xuyakirin ku ev yek bicih nehatiye anîn û destnîşan kir ku piştî wan duh dîtin nêrîn, pêşniyar û daxwazên wan ji gel kom kirin di "pakêta demokratîkbûyînê" de cih negirtine, wan pêwistî dîtine ku raporên heyetan ji raya giştî re aşkera bikin. Can raporên mijara gotinê li çapemeniyê belav kir û ragihand ku ev rapor ji aliyê her kesekî-e di heyetan de cih girtine, ji wan re hatine şandin.
Can da zanîn ku "pakêta demokratîkbûyînê" bersiv nedaye bendewariyên gelek kesan û diyar kir ku wan li Anatoliya Navîn bi 5 hezar kesan re hevdîtin kirine, lê belê di rapora heyetê ya hatiye amadekirin de bi tenê cih ji nêrîna 2 hezar kesî re hatiye dayîn. Can da xuyakirin ku li ser vê yekê wî raporeke lê zêdekirî amade kiriye û pêşkêşî hikûmetê kiriye.
Can yek bi yek xalên "pakêta demokratîkbûyînê" nirxand û got, "Encama em gihaştine ev e: Pakêt ne pakêteke bersivê bide bendewariyan, alîkariyê bide çareseriyê û Tirkiyê demokratîk bike. Zêde eleqeya me mirovên aqilmend bi vê pakêtê re nîne. Bi qasî fêm dikim, hikûmetê agahiyên me berhev kirine xwendine û bi tenê ji yek du nuqteyên wê sûd wergirtiye. Lê naveroka vê pakêtê, ti pêwendiya xwe bi mirovên aqilmend re nîne. Bi ti awayî behsa qanûna têkoşîna li dijî terorê nayê kirin. Perwerdeya bi zimane dayikê ji kolejan re hiştiye û bi vî rengî xwestiye demokratîk bibe. Ev yek, bi taybetîkirina azadiyan re taşeronbûyîn e. Serokwezîr ji bîr kiriye ku demokrasiyê di nava pakêtê de bicih bike."
Ji heyeta Anatoliya Rojhilat Zubeyde Teker jî da xuyakirin ku dema pakêt aşkera bû, wê hîn bêtir xwe cihê dîtiye. Teker nasnameyên Kurd, Elewî, jin û sosyalîst bibîr xist û diyar kir ku di vê pakêtê de der barê van nasnameyan de ti daxwazan cih negirtin. Teker ragihand ku ti ji xalên ku weke paqijiya rê dihatin binavkirin, di pakêtê de cih negirtiye û destnîşan kir ku mafên çand û nasnameyî bi pakêtek d pakêtan çareser nabe. Teker ragihand ku pakêtê bersiv nedaye ji sedî 1'ê daxwazên di raporên Heyeta Aqilmendan de cih girtine. Teker got, "Eger rewşê wiha bûya, çima em şandin nava gel."
Teker da xuyakirin ku pakêt bersivê nade pêvajoyê û xwst, daxwazên gel têkevin rojevê.