Min ji bo Halkbankê bê ka çawa pêkanînan bişkînin agahî da

Li New Yorkê rêveberê berê yê CIA’yê Davîd Cohen ê ku di doza Hakan Atîlla tê darezandin û Reza Zarrab şahidiyê dike de axivî, anî ziman ku 2012’an di mijara sîstema pêkanînê ya DYA’yê û Îran wê ‘ji bo derbaskirina vê sîstemê çi bike’ civane.

Rûniştina 8’an a doza Reza Zarrab ku di statûya şahidiyê de tevlî dibe ku serkêşê sîstema perê reş û gendeliya navneteweyî ya ku bi armanca şikandina pêkanînên DYA’yê ya li hember Îranê ya AKP dike, pêk hat. Îfadeya Zarrab bi dawî dibe, îro bersûcên din dest bi îfadedayînê kirin.

Di beşa îro ya dozê de Alîkarê Dîrektorê CIA’yê Davîd Cohen îfade da. Cohen ê ku demekê di Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê de kar dikir, li ser erka Teror û Îstixbarata Darayî yê jî bû.

DI MIJARA ŞIKANDINA PÊKANÎNAN DE AGAHÎ HATIBÛ DAYÎN

Cohen ê di demê Musteşarê Îstixbarata Darayî û Terorê agahiyên têkildarî Halkbankê û hevdîtinên pêk anî vegot, diyar kir ku di derbarê Ofîsa Kontrolkirina Heyînên Biyanî (OFAC) a kû yekane saziya erkê xwedî pêkanînên DYA’yê bû, agahî parvekiriye.

Davîd Cohen destnîşan kir ku bazirganiya di navbera Îran û Tirkiyeyê de bi esasî li ser rêya Halkbankê dihate kirin, anî ziman ku ji bo pêkanînê li ser Îranê by-pass bikin jî di mijara rêbazên ‘pêkanînên xapandinê’ de Hakan Atîlla hişyar kiriye. Cohen anî ziman ku rêya herî girîng a têkoşînê ya bi şikandina pêkanînan re ew e ku ‘tu baş bizanî tu li gel kê kar dikî’ re derbas dibe.

Cohen, bibîr xist ku Halkbank li gel Tirkiyeyê li cîhanê ne tenê bankeke ku hevpar li gel kar dikine.

Cohen ê di derbarê Qanûna Hêza Aboriya Lezgîn a Navneteweyî (IEEPA) yê de agahî da, diyar kir ku di Adara 2012’an de bi rêveberê Halkbankê yê demê Suleyman Arslan û Hakan Atîlla re li Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê hatine cem hev. Cohen anî ziman ku têkildarî pêşnûmeyeke leşkerî ya bi armanca sînordarkirina hilberandina petrolê ya ji Îran ku di Kanuna 2011’an a Kongreya DYA’yê de hate derxistin agahî bi du rêveberên Tirk re parvekiriye.

Cohen diyar kir ku Aslan û Atîlla ji bo bal kişandine ser ‘Têkiliyên wan ên bi Îranê’ re û behsa ‘zoriyên xistina meryetê ya pêkanînan’ kiriye. Cohen di îfadeya xwe de destnîşan kir ku ji bo derbaskirina pereyên Îranê jî gelek qala bazirganiya zêr dihate kirin, anî ziman ku Îlona 2012’an li Tirkiyeyê di mijara ji bo şikandina pêkanînên li ser Îranê agahî daye.

Cohen destnîşan kir ku wê demê Aslan û Atîlla ji bo wî diyar kirine ku ‘Dixwazin pêkanînên li ser Îranê bê kirin’ û di vê mijarê de bawerî daye wan.