‘Min bi kefenê reş defin kin’

‘Min bi kefenê reş defin kin’

Varter Tumancanyan, yek ji qirkirina Ermeniyan a 1915’an rizgar bûye… Bi leşkerekî ku komkujî pêk anîn re zewicî. Beriya ku bimire got;Min bi kefenê reş defin bikin, bila gora min bi erdê re yek be,  kes kes nezanibe mirov di bin de heye.  Wesyeta wê anîn cih. Bi kefenê reş defin kirin! Varter Tumancanya trajediya bi milyonan kesî şênber kir.  Keça Tumancanyan Şîrîn Uçar dema trajediya dayîka xwe vedigot, diyar kir ku dayîka min bi kujerê xwe re zewicî, 11 zarokên wê çêbûn lê me ew qet fêm nekir.

Varter Tumancanyan di qirkirina Ermeniyan 1915’an de 15 salîbû.  Gundiyan bi ser gundê Kulveng a Elezîzê de girt û gundî kom kirin. Malbateke Tirk ku li heman gundî cotkarî dikir, Varter jî di nav de 3 kes veşart. Piştre Varter û her du keçikên din vedigerin û bi neçariyê re rû bir û dimînin.  Leşkerekî ku di dema komkujiyê de di ser gund de girt, ji Varter Tumancanyan re dibêje ez dê te ji vir bibim û dibe cem malbateke nas ya li ElezÎzê. Piştre dibe cihê xwe hatiye dinê Xozata Dêrsimê. Li wir dizewicin.  Navê xwe wek Zeynep diguhere.  Ji kesê ku malbata wê qetilkir 11 zarokên wê çêdibe. Varter ji zarokên xwe re nabêje ez ermenîme û dem bi dem li birayê xwe yê ku reviya Amerîkayê digeriya.  Herî dawî bi hevkariya metranekî birayê xwe dît. Bi salan name ji hevdu re şandin lê bêyî ku birayê xwe bibîne mir. Beriya ku bimire ji zarokên xwe re got, Min bi kefenê reş defin bikin. Wesyeta wê anîn cih. Varter bi kefenê reş hat definkirin.”

Keça Varter Şîrîn Uçar (67) diyar kir ku, dayîka wê bi salan eziyetê mezin dît lê ji kesî re negot.

PIŞTRE ZANÎ KU DAYÎKA WÊ ERMENIYE

Şîrîn Uçar got, ew di 1946’an de ji dayîk bûye û heta 1955’an nezanibû dayîka wê ermeniye û got: “di 1915’an de di ser gundekî de digirin. Hemûyan berhev dikin. Bavê min jî di nava wan leşkeran de bû. Ji wan re dibêjin em dê we tehcîr bikin. Ligorî vegotinên dayîka min, bavê min dibêje ez dê te xilas bikim. Wê demê cînarekî wan ê Tirk heye. Dayîka min û du keçikên din vedişêre.

NE TEHCÎR ÇEMÊ HÎZOL

Uçar got, di dema komkujiyê de dayîka min ligel wê malbatê bûye û aşkera kir ku, “Hemû malbatên wî gundî tên qetilkirin.  Diçin ava çemê Hîzol a Elezîzê. Yên ku nemirin, direvin.  Dayîka min her tim dilorand, tu car ji bîra min naçe. Digot; Ji me re digotin tehcîr, lê ne tehcîr bû ava Hîzol bû.’ piştî leşker gund terk dikin, dayîka min vedigerin gund. Gund hatibû şewitandin û talankirin.

BAVÊ MIN DAYIKA MIN DIGIRE Û DIÇE

Uçar da zanîn ku, bavê wê piştre tê dayîka wê digire û dibe Elezîzê û wiha berdewam kir: “Bavê min dayîka min dibe cem nasên xwe.  Ji wir jî dibe Dêrsimê. Li wir dizewicin.  Belê dayîka min bi kujerê malbata xwe re zewicibû. Ji ber ku bavê min jî di nava wan leşkeran de bû. bavê min digot min di komkujiyê de kes nekuşt lê em nizanin.  Dayîka min 11 zarokan tîne dinê. Bavê min ji Hozatê ye. piştre koçî navçeya Sariz a Qeyseriyê dikin. Ji wir careke din koçî Dêrsimê dikin. Lê dîsa diçin gundê Înce Magara ya Qeyseriyê.”

MIN QET NEPIRSÎ KU DAYÊ TE ÇI JIYAN KIR?

Uçar destnîşan kir ku, ew di hemû jiyana xwe de li dijî dayîka xwe sûcdare û got: “êşa herî mezin bo min ewe ku, piştî min zanî ew Ermeniye min qet tiştek jê nepirsî. Yanî min negot dayê we çi jiya, te çi hîs kir? niha tu çawayî? Ya rast ev bû, me ji cehaleta xwe nepirsî. Me komkujiya Ermeniya pir dawî hîs kir.  Em qet ji dayîka xwe re nebûn piştgirî. Me ev komkujî qet nedizanibû.  Bavê min jî qet bi dayîka min re eleqeder nedibû. Ji ber vê ez ji bavê xwe ne razîme.

DAYIKA MIN PIŞTRE WEK ELEWIYAN TEVGERIYA

Şîrîn Uçar wiha berdewam kir: “Dayîka min destpêkê ji aliyê civaka Elewiyan, cuda dihat dîtin. Dayîka min dema nû zewicîbû, ew nedigirtin Mala Cemê. Digotin ew ne ji me ye. Piştre dayîka min bû Elewî. Neçar ma. Dayîka min hem kurdî, hem zazakî û hem jî ermenî dizane.

BIRAYÊ XWE DÎT

Uçar diyar dike ku birayekê  dayîka wê beriya tehcîrê direve Amerîkayê û wiha got: “Xwişka min demek dirêj li Qeyseriyê tedawî dît. Di vê demê de dayîka min jî li nexweşxaneyê li cem xwişka min ma. Li vir Pîrê Elewî nas kir. Tiştên hatin serê wê vegot. Bi alîkariya wî çûn Dêrekê. Bi alîkariya metran gihişt birayê xwe. Demek dirêj ji hev re name dişandin. Xalê min ji bo dayîka min bibîne, bi dehan carî gazî kir lê bavê min destûr neda. Dayîka min bi wê hesretê mir.

DAYIKA MIN QET NEKENIYA

Uçar wiha berdewam kir: “Min qet nedît ku dayîka min bi dengekî bilind keniya.  Ev jî dilê min pir diêşîne.  Ez dibêjim min dayîka xwe nas nekir. Dayîka min bi bavê min re tu car samîmî nebû.  Ez vê niha baştir fêm dikim.  Lê min wê demê sedema wê nizanibû.

MIN BI KEFENÊ REŞ DEFIN KIN!

Uçar anî ziman ku dayîka wê beriya bimire, wesyeta xwe kiriye û got: “Dayîka min got min bi kefenê reş defin bikin. Got, bila gora min bi erdê re yek be, ne diyar be gore, bila kes nizanibe, kes di wir de heye. Me wesyeta wê anî cih. Ev êşeke çawaye, tu car nayê vegotin.

MIN KOMKUJIYA ERMENIYA BI HADEP’Ê RE ZANÎ

Uçar da zanîn ku, wê komkujiya Ermeniyan bi naskirina HADEP’ê re zaniye û wiha got: “Min dema HADEP nas kir, dayika xwe jî nas kir.  em din ava têkoşîneke çep de bûn,lê me tu car komkujiya Ermeniyan nebihîst.  Me pirsgirêka kurd, ermeniyan û suryaniyan nedizanibû.  Rojekê rojnameya Ulke ket destê min. Behsa pirsgirêka Kurd dikir. Ez jî çepgirim, lê pirsgirêka Kurd nizanim.  Min rojname girt û ez çûm malê.  Di 1994’an de min tabeleya HADEP’ê dît. Ez çûm û hatim. Wê demê min pirsgirêka ermenî û kurdan zanî.”