Milyonek kes bi vîrûsê ketine, 54 hezar kes jî mirine

Li cîhanê milyonek zêdetir kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 55 hezar kes jî mirine.

Li cîhanê milyonek zêdetir kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 55 hezar kes jî mirine.

Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Avûstûralya ragaihnd ku dibe ev hejmar 10 milyon kes derbas bike.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê 18 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketine, 356 kes jî mirine.

Li Tirkiyeyê li girtîgehan ji bo girtiyan ti ewlekariyek nehatiya girtin û girtî di bin xeteriyê de ne. Girtî bi rêya malbatên xwe diyar dikin ku ti amûrên paqijiyê nayên dayîn û hejmara kesên li qawîşan pir zêde ne.

Rêxistinên civaka sivîl, raya giştî ya demokratîk û malbat daxwaz dikin ku divê hemû girtî ji sererastkirina paketa hiqûqî sûd bigire.

Li Amedê 140 kes ji ber şewba vîrûsê rakirine nexweşxaneyê û tên dermankirin.

Cîhat Çetîn ê 64 salî ji Stenbolê berê xwedabû Qoser a Mêrdînê ji ber vîrûsê mir. Her wiha H. Nûrî Ercan (66) li Midyatê, Ridvan Kaya (70) salî jî li Artûklûyê mirin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca 1’ê Nîsanê ragihandibû ku li Mêrdînê 34 kes bi vîrûsê ketine û hejmara kesên mirî neragihandibû.

LI CIHANÊ REWŞA VÎRÛSÊ

Li DYE’Yê zêdetirî 245 kes bi vîrûsê ketine, 6 hezar zêdetir jî mirine û 230 hezar jî tê dermankirin.

Li Îtalyayê jî 115 hezar kes bi vîrûsê ketine. Nêzî 14 hezar kes mirine, 83 hezar tên dermankirin û ji van jî 6 hezar û 400 kes rewşa wan krîtke.

Li Spanya 117 kes bi vîrûsê ketine, 11 hezar kes mirine, 76 hezar kes jî tên dermankirin.

Li Elmanyayê 85 hezar kes bi vîrûsê ketine,1 hezar û 100 kes jî mirine. 61 hezar jî tê dermankirin.

Li Îngîltereyê jî 34 hezar kes bi vîrûs ketine, 3 hezar kes jî mirine.

Li Fransayê jî 60 hezar kes bi vîrûsê ketine, 5 hezar û 400 kes mirine.

Li Belçîkayê 17 hezar kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 143 kes mirine. Rewşa 1 hezar û 200 kes zêdetir rewşa wan krîtîke.

Li Hollandayê 15 hezar kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 339 kes mirin û zêdetirî 13 hezar kes jî tên dermankirin.

Li Swîsreyê 19 hezar û 300 kes bi vîrûsê ketine, 570 kes mirin. 14 hezar kes jî tê dermankirin.

Li Swîsreyê jî 6 hezar kes bi vîrûsê ketine, 333 kes mirine.5 hezar û 600 kes jî tên dermankirin.

Li Evûstûraya 11 hezar û 350 kes bi vîrûsê ketine, 168 kes mirine.

Li Kanada 11 hezar û 280 kes bi vîrûsê ketine, 170 kes mirin. Zêdetirî 9 hezar kes jî tên dermankirin.

Li Rûsyayê 4 hezar û 149 kes bi vîrûsê ketine, 34 kes mirin. Nêzî 4 hezar kes jî tên dermankirin.Li Perû li gorî Zanîngeha Hohns Hoplînsê 1 hezar û 414 kes bi vîrûsê ketine, 55 kes jî mirine.

Li Îranê jî 53 hezar kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 300 kes mirin. 32 hezar kes jî tên dermankirin.

Li Jeponyayê 3 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine 63 kes mirin.

Li Çînê jî 81 hezar û 620 kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 322 kes mirine. 76 gezar kes jî baş bûne.