Milîsên Taylan Demîrcîoglû li Amedê li polîsan xist

Milîsên Taylan Demîrcîoglû yê HBDH'ê ragihand ku wan li navçeya Kayapinara Amedê polîsên ku dewriye digeriyan xistin.

Milîsên Taylan Demîrcîoglû yê HBDH'ê  bi daxuyaniyaniyekî nivîskî got: “Me şeva 23’ê Mijdarê saet di 23.30’an de li Amedê cardin polîsên faşîst xist. Milîsên me wesayita zirxî ya li Taxa Sanayî ya navçeya Kayapinarê ku dewriye digeriya, bi bombe û molotofan xistin. “

Di daxuyaniyê de wiha gotin:

“Milîsên HBDH’ê Taylan Demircioglu ku gav bi gav dijmin dişopîne, bi bombeyên destan êrîş birin li ser wesayîta zirxî ya polîsan ku ji bo tirsandina ciwan û gelê me dewriyeyê digeriyan. Me piştî teqîna bombeyan, bi molotof kokteylan êrîş bir ser.  Hêzên faşîst piştî êrîşê xwestin zilmê li gelê taxê bikin.  Lê li ser bertekên girseyî yên xelkê taxê, wesayîtên zirxî ya polîsan eçar man ji taxê vekişin.

Em her tim dibêjin. Em bi çalakiyên xwe re li ser gotinên xwe disekinin. Polîs û leşkerên faşîst wê nikaribin li kolanên me bi rehetî bigerin! Em ê ti carî destûrê nedin. Hûn ê nikaribin li ser van axan hespên xwe bibazînin. Hûn difikirin ku li derveyî sînor gelê me, destkeftiyên wan yên şoreşgerî û şoreşa wan serketî têk bibin. Lê hûn şaş in. Çalakiyên me yên li vir li dijî we bidome!”