BI DÎMEN

Milîsên MAK'ê sala 2024'an 168 çalakî kirin

Milîsên MAK'ê sala 2024'an li dijî hêzên dewleta Tirk û hevkarên wê 168 caran çalakî kirin.

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bîlançoya çalakiyan a sala 2024'an eşkere kirin.

Di daxuyaniya MAK'ê de hate gotin, "Sala 2024'an li dijî dagirker û hevkarên wan, me 168 caran çalakî kirin."

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya çalakiyan bi vî rengî ye:

"Milîsên me di nava salekê de bi ruhê tolhildanê li dewleta Tirk a dagirker û nokerên wê xistin û li her herêma Kurdistanê bi ruh û îradeya Apoyî li dijî mêtingeriyê li ber xwe dan. Milîsên me di nava salê de 37 caran bi çek û bombeyan, 2 caran bi sûîqestê, 10 caran li dijî narkotîk û fûhûşê, 23 caran li hemberî faşîst û nokeran, 41 caran propaganda û pîrozbahî, 33 caran li dijî nuqteyên polîs û leşkeran û 22 caran jî şer kirin. Di van çalakiyan de çawişekî pispor û kontrayek hatin cezakirin, 38 dagirker birîndar bûn. Di çalakiyan de 8 nuqte, 16 wesayit, 19 xefikên kişandina wêneyan û 41 cîhazên teknîkê yên dagirkeran hatin îmhakirin, derb li 46 wesayitên zirxî hate xistin. Her wiha 3 debance jî ketin destê milîsên me."