Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê malpera Walîtiya Agiriyê têk birin

Milîsên Jin ên Agir û Rojê ji bo dewleta Tirk a dagirker hişyar bikin hin çalakiyên sîber pêk anîn.

Dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Apo polîtîkayên xwe yên tecrîtê û li gel vê yekê jî êrîşên xwe yên Rojavayê Kurdistanê di asta komkujiyan de didomîne. 

Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê li hemberî malpera fermî ya walîtiya Agirî çalakiyek sîber pêk anîn. Di encamê çalakiyê de malpera walîtiya Agiriyê betal bû. 

Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê ev not li ser malperê danîn:

"Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û tecrîta li ser Rêber Apo hinceta me ya şer e."