Milîsên HBDH’ê şewitandina keştiyên li Hatayê li xwe girtin

Milîsên HBDH’ê şewitandina keştiyên li Hatayê ya bi sabotajê li xwe girtin.

Milîsên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku wan di 9’ê Îlonê de li dijî keştîyeke barhilgir  çalakiya sabotajê li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 9’ê Îlonê de keştiya barhilgir a Kiran Holdîngê ya li Îskenderûna Hatayê ji aliyê milîsên ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de keştî tevî barê têde şewitiye û xisareke madî pêk hatiye. Piştî çalakiyê milîsên me bi selametî ji qadê derketine û hêzên dewletê bi zehmetî şewat tefandine.

Em careke din diyar dikin, heke gelê me tî û birçî be, em ê destûrê nedin ku hinek kes qutiyên solan tijî pere bikin. Em ê heta dawiyê tevî gelê xwe li dijî vê pergalê têbikoşin.”