Milîsên HBDH'ê li Stenbolê agir berdan depoya febrîqeyekê

Milîsên M. Hayrî Dûrmûş ên HBDH'ê ragihandin ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê depoyeke febrîqeya wesayitan li Stenbolê dane ber agir.

Milîsên M. Hayrî Dûrmûş ên HBDH'ê ragihandin ku 26'ê Hezîranê saet di 09:00 de li Sûltangazî ya Stenbolê li sîteya Pîşesaziyê ya Sankoyê agir berdan depoya febrîqeyeke wesayitan.

Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de parçeyên wesayitan ên bi hezaran lîreyî şewitîn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakiya sabotajê ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hatiye kirin.