Milîsên HBDH’ê li Mêrsînê çalakî kirin

Milîsên HBDH’ê li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li dijî 3 depoyên li Hal kompleksê çalakî kirin.

Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û ragihand ku 19’ê Comehê li kompleksa Hal a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li dijî depoyên hewaya sar a girêdayî sê kesên girêdayî faşîzma Qesrê çalakî kirin.

HBDH’ê anî ziman ku çalakî saet 19:00’an pêk hatiye û depo û berhemên li nav bi temamî şewitîne, ziyanek bi qasî 5 milyon TL pêk hatiye. HBDH’ê diyar kir ku bê ku tiştek bi yekîneyên wan bê ji qadê dûr ketine.

HBDH’ê destnîşan kir ku wê çalakiyên wan ên li dijî faşîzm û hevkarên wan dewam bike.