Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê kargeha ‘faşîstekî’ şewitand

Milîsên Sefiraz Nîdal ên HBDH’ê ragihandin ku li navçeya Golcuk a Kocaeliyê kargeha ayîdê “faşîstekî” dan ber agir.

ÇALAKIYA MILÎSÊN HBDH'Ê

Di daxuyaniya Milîsên Serfiraz Nîdal ên HBDH’ê de wiha hate gotin: “15’ê Nîsanê di saetên siharê de li sîteya sanayiyê ya li navçeya Golcuk a Kocaeliyê depoyeke kal û pelên dikaneke temîrkirina wesayîtan a ayîdê faşîstekî bi teknîkeke taybet hate şewitandin.”

Di daxuyaniyê de ev hişyarî jî hate dayîn: “Wezîfedarên dewletê û polîs-leşker ku li Kurdistanê li dijî gel û bi taybetî li dijî jinan polîtîkayên nemerdane dimeşînin, bila bizanin ku milîsên me li ber eniya wane.”

Milîsên Serfiraz Nîdal ên HBDH’ê ev tişt jî got: “Ji Kurdistanê bicehimin! Wê bersiva her êrîşa we bê dayîn. Ev xak wê ji faşîzmê re bibe goristan!”