Milîsên HBDH’ê li Edeneyê du wesayît dan ber agir

Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê ragihand ku wan li Enqereyê du wesayîtên malbateke faşîst şewitandine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê ya hat ragihandin ku wan 12‘ê Hezîrana 2022‘yan bi şev seet di 03:30’an de li Taxa Barbaros a Edeneyê agir berdaye du wesayîtên malbateke faşîst û bi wesayît bi temamî îmha kirine.

HBDH’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em wek milîsên HBDH’ê, em dibêjin ku em ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zêdekirina çalakiyên xwe bi her awayî û bi gihîştina serkeftinê rabikin. Şerê me yê li hember faşîzmê ji ber vê sedemê roj bi roj zêde dibe. Çimkî ev tecrîd, bi armanca şikandina vîna şoreşkar a gelê Kurd û rakirina ji holê ya gerîlayê Kurdistanê ye. Em derfeta karkirinê nadin faşîzmê. Wê xweziya yên rakirina ji holê ya şerê şoreşkerî û hemû çeperên dikin di ber wan de bihêlin.Biryardariya sînornenas a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Zindana Îmraliyê, bi dirûşmeya vîna xerakirina faşîzmê ya milîsên şoreşa Yekbûyî bi milyonan gelê Tirk- Kurd-Ereb-Elewî û Sunî dibe yek.

Ji Bakur heta bi Kadikoyê, ji Behra Spî heta bi Gemlîkê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin. Ên ji bo rakirina tecrîdê îrade meşîna ber bi Gemlîkê ve nîşan dan, yên bi dirûşm û biryardariya perçekirina tecrîdê nîşan dan ji zû de kar kirine. Roja ku li dijî tecrîdê meş hat kirin, polîsên çalakvan destgîr kirin û îşkence kirin û wesayît, mal û her tiştên wan hedefa me ye.

Bi dorpêçkirina derdora desthilata faşîst em ê agirê xwe gur dikin. Em dest û pê û her hêmanên faşîzmê ji xwe re bikin hedef. Em xwe amadeyê xistina derbeya dawîn li faşîzmê dikin. Em ê lê bixin.!’’