Milîsên HBDH’ê li Edeneyê 7 kargehan dan ber agir
Milîsên Mazlûm Dogan (Besam Elî-Efrîn) ên HBDH’ê, ragihandin ku wan li Yuregîr a Edeneyê 7 kargeh ku 3 ji wan kargehên mobîlyayê ne, dane ber agir.
Milîsên Mazlûm Dogan (Besam Elî-Efrîn) ên HBDH’ê, ragihandin ku wan li Yuregîr a Edeneyê 7 kargeh ku 3 ji wan kargehên mobîlyayê ne, dane ber agir.
Milîsên HBDH’ê bi daxuyaniyekê, diyar kirin ku wan li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê çalakiyên bersivdayînê pêk anîne û ev tişt hate gotin, “Şeva 27’ê Tebaxê li dijî sîteya mobîlya ya li Yuregîr a Edeneyê çalakî hate lidar xistin. Di çalakiya hemwext ya li vir de 3 kargehên mobîlya û 2 jî dikanên firotina wan hatin şewitandin. Di encama çalakiyê de 2 kargehên din agir bi wan ket û bi giştî 7 kargeh şewitîn û bi mîlyonan lira, zirar dît.”
Milîsên HBDH’ê di dawiyê de diyar kirin ku bi hêza şoreşgerî ya rêxistinbûyî û hişyariya gelê me ew ê êrîşên dagirkerî û qirkirinê bên vala derxistin û ev bang hat kirin, “Berxwedana li Îmralî û li çiyê tê dayîn, wê bi serkeve. Ev têkoşîna ku bi berdrefên mezin tê meşandin, divê bi pêşengiya ciwanên li metropolan dest pê bike û gelê me yê şoreşger-welatparêz di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de li dijî Erdoganê kujer û bloka faşîst xwe bi rêxistin bike. Roj ew roj e ku em xwedî li gerîlayên ku li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê bi qehremanî şer dikin derkevin û mêtîngeran ji Kurdistanê bavêjine!”