Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê agir berdan febrîqeyekê

Milîsên Garîbe Gezer ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku li navçeya Yildirim a Bûrsayê febrîqeyeke şaredariya AKP'yî dane ber agir.

Milîsên Garîbe Gezer ên HBDH'ê daxuyaniyek weşandin, bal kişandin ser sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li girtîgehan û gotin, "Greva birçîbûnê ya li hemberî vê zilmê hate destpêkirin tarîtî ronî kir û nîşanî me da ku li her qadê têkoşîn divê çawa bê kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke milîsên Garîbe Gezer ên HBDH'ê li Bûrsa/Yildirimê 1'ê Nîsanê saet di 20:00 de me agir berdan febrîqeyeke şaredariya AKP'yî. Febrîqe bi temamî şewitî. Her wiha 6 toobus û konteynirên li nava febrîqeyê jî şewitîn."