Milîsên HBDH'ê li 2 bajaran Newroz silav kirin

Milîsên HBDH’ê li Stenbol û Îzmîrê çalakiyên Newrozê li dar xist.

Di daxuyaniya Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a Kemal Kurkut de hat gotin, "Newroz serhildana li hemberî kevneperestan e, mizgîniya nû ye! Newroz qesrên zaliman dişewitîne, agirê azadiya gelan pê dixe. Kawayên nûjen ên serdema me bi qêrînên azadiyê êrîşî qesrên qirker ên îro dikin. "

'EM Ê SERDESTIYA ZILMÊ HILWEŞÎNIN!'

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hate gotin:

"Va ye li pêşberî me Dehaqekî din heye! Ev tenê ne di gotinê de, bi rastî jî di qesra hezar û yek odeyî de rûniştiye. Her roj serê zarokên me dixwe û desthilatdariya xwe didomîne!

Va ye Dehaqê zalim, bi deh hezaran gelê me di bin xirbeyan de qetil dike.

Û li vir bi hezaran Kawayên leheng ji dilê gel derdikevin. Li her derê li ber vî Dehaqê zalim û hevkarên wî yên xirab dertên û li ber xwe didin. Kawayên nûjen ên ku ji bo têkbirina qesrê, ji bo hilweşandina desthilatdariya mêtingeriyê berdêlên herî giran didin, amade ne ku çalakiyan li dar bixin.

Şervan, milîs û şoreşgerên bi ruhê fedaî hatine afirandin!.. Ew Kawayên îroyîn ên ku ji dilê gelê me derdikevin e.

LI STENBOL Û ÎZMÎRÊ AGIRÊ NEWROZÊ

Bi vê hişmendiyê milîsên me li Stenbol û Îzmîrê agirê Newrozê pêxistin.

Milîsên HBDH’ê ya Kemal Kurkut şeva 18’ê Adarê li Stenbol/Başakşehîrê li dora agirê Newrozê govend gerand. Dirûşme berz kirin û fîşekên hewayî hatin bikaranîn. Dijmin xwest bi operasyonekê ber bi herêmê ve biçe. Milîsên me tedbîrên pêwîst girtin û bi awayekî serketî ji herêmê derketin.

Milîsên me heman şevê li Îzmîrê agirê Newrozê pêxistin. Rêya Narlidereyê li trafîkê girtin û Newroz bi dirûşmeyan pîroz kirin.

Silav li Kawayên nûjen ên ku li hember Dehaqên zalim serî hildan!”