Milîsên HBDH'ê du wesayitên 'faşîstan' şewitandin

Milîsên Eser Warşîn ên HBDH'ê ragihandin ku li Kadikoy a Stenbolê 2 wesayitên faşîstan şewitandine.

Milîsên Eser Warşîn ên HBDH'ê daxuyaniyek weşandin û gotin, "Şeva 12'ê Nîsanê li Kadikoy a Stenbolê 2 wesayitên taybet ên hatin tespîtkirin ên faşîstan e, bi rêbazeke taybet hatin şewitandin. Li kolana Bagdat a Kadikoyê her du wesayit hatin şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê ku bi binçavkirni û zextê dixwaze tolê hilîne û piştevanên faşîzmê hedefa xwezayî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ye."