Mîhrîcana Jinan a Zîlanê bi coşek mezin didome

Mîhrîcana Jinan a Zîlanê bi coşek mezin didome

9’emîn Mîhrcana Jinan a Zîlan a Navnetewî li bajarê Dortmund a Almanyayê dest pê kir. Bi hezaran jin tevli mîhrîcanê bûn û hat xwestin ku komkujiya Parîsê bê ronîkirin û di pêvajoya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de jin têkoşîna xwe bilind bike.

Mîhracan li  Revierpark Wischlingen  bi axaftina komîteya tertîp dest pê kir. Di axaftinan de hat diyar kirin ku mîhrîcanê diyariyê her sê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dikin û wiha got: “Em di şexsê her sê jinên şoreşger de hemû şehîdan bibîrtînin. Armanca me nirxên şoreşger bê parastin û pêşvebirin. Armanca pîrozkirin ame ya yek ev bû. Ligel ku 6 meh ser komkujiyê re derbas bû kujer nehatin dîtin.

Bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku demildest komkujî bê ronîkirin û gotin dê şopdarê vê dozê bin.Axaftinan wiha berdewam kir: “Wek Rêber Apo jî gotiye ev sedsal, sedsala jinê ye. Em di serî de şoreşga bi pêşengiya jinên Rjava û hemû jinên Kurdistanê silav dikin.”

Piştî axaftinan koroya zarokan a Bremen Arame Dîkran derkest ser dîkê û sirûda Ey Raqîp xwendin. Piştre Denîz Deman derket ser dîkê.

Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de paneleke bi mijara ‘Di pêvajoya çareseriyê de rola jinê’ pêkhat.  Ji HDK’ê Pervîn Oduncu, ji herêma Bask Iraîde Lajaretta û siyasetmedara Kurd Gonul Kaya wek axaftinker tevli panelê bûn û rola jinê ya di pêvajoya çareseriyê de nîqaşkirin.

Gonul Kaya wiha got: “Şerê me li dijî zîhniyeta serdet ya mêr têkoşînê jinê derxistiye holê. Di hemû şerên cîhanê de jin mexdur bûne. Lê di şerê Kurdistanê de jinan xwe jinûve afirandine. Li dijî mêtîngeriyê şer meşandiye, nasnameyek daye qezenckirin.  Di şerê 30 salî de ev wisa bû. Pêvajoya aştiyê jî wisa bû. Têkoşîna jinê dê berfirehtir be. Têkoşîna me gerduye. Di nav de jinên tirk, ereb, kurd, Çerkez, alman hene.

Pervîn Odun jî balkişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li Kurdistanê dimeşîne û bêdengiya di pêvajoya çareseriyê de jî rexne kir. Mîhrîcan bi tevlibûna hunermendan didome.