Mîhrîcana Dersimê ya 13’emîn hat lidarxistin

Mîhrîcana Dersimê ya 13’emîn bi dirûşmeya ‘’Mirov bi piştevaniyê dijî’’ li Rebstockpark a Frankfûrtê ku bajarekê Elmanyayê ye, hat lidarxistin. Bi hezaran Elewî, Kurd û nûnerên tevger û saziyên cuda yên Elewiyan hatin mîhrîcanê.

Mîhrîcan, saet di 11.00’an de bi panela bi mijara ‘’Jin, zarok û bawerî’’yê dest pê bû. Hulya Şîmşek panel bi rê ve bir. Lêkolîner û derhêner Nezahat Gundogan, Endama Tevgera Jinên Kurd Besîme Konca û Perwerdekar Încî Kaya li panelê axivîn.

AQÛBETA QÎZÊN WINDA YÊN DERSIMÊ!

Pêşiyê Nezahat Gundogan axivî. Gundoganê, got ku bijartiyên komarê Dersimê wek pirsgirêkeke ji Osmaniyan hatiye dewrkirin dibînin û wiha axivî: ‘’Ji Rapora Şerq Islehetê, ji Raporên Dersimê diyar e ku bi planekê çawa rabûne. Dixwazin civakeke Tirk-Islamî ava bikin. Dixwazin Dersimê ji holê rabikin da ku civakeke nû ava bikin. Avakirina netewe dewletê bi taybetî bi raporên Mahmût Esat Bozkûrt diyar dibe.’’

Gundoganê bi dewamdarî behsa keçên winda yên Dersimê kir û îşaret pê kir ku li Dersimê komkujî hatiye kirin û destnîşan kir ku piştî kuştina jin û zarokan, zarokên mayî dane malbatên leşkeran û wiha got: ‘’Ji sala 2001’ê ve em xebatê bi rêya şahidan dikin. Bi encama lêkolînekê mirov dibîne ku bi sedan zarok birine û gihîştine armanca xwe ya bingehîn. Li cihê ku birine dest dirêjê piraniya wan bûye. Navên nû li wan kirine. Bi salan bi şûn de malbatên xwe dibînin lê ferqa wan ji hev û din gelek e. Çiqas jî hewila veşartina rastiyekê bê dayîn, wê rojekê derkeve holê.’’

 ‘’TÊKOŞERÎ BERDEWAM E’’

Încî Kaya ku li panelê axivî, bal bir ser qedexekirina zimanê zikmakî bi polîtîkaya dewletê û anî ziman ku zarok bêyî hînê zimanê xwe bibin, mezin bûne.

Kayayê, her wiha îşaret têkoşeriya jinên Dersimî kir û têkoşîna Zarîfeyê kir mînak û got: Têkoşeriya hingê berdewam e.’’

 ‘’JIN KIRIN NAVGÎNA MÊTINGEHÊ Û EW JI CEWHERÊ WÊ BI DÛR KIR’’

Parlamentera HDP’ê ya Serdema 25’an Besîme Konca bi lêv kir ku ji divê bi komkujiyan re rûbirû bibin û got: ‘’Mê birînên xwe yên Komkujiya Dersimê baş nekirine. Zarîfe, Besê, Sakîne û Ayselê ku porên wan hatiye jêkirin û di kendalan re avêtine, bi bîr tînim.’’

Bernameya li ser dikê ku Rojnamevan Meral Ozel bi Kirmanckî, Helbestkar Guney Ozdemîr jî bi Kurmancî pêşkêşvanî jê re kir, saet di 13.00’an de bi gulbangê dest pê bû. Li Gulbangê ku Pîr Riza Yagmûr û Dîdar Ana gulbang bi rê ve bir, wiha hat gotin: ‘’Xwediyên heq û heqîqetê em bûn, em çawa ketin vî halî. Em destên xwe bidin ser dilê xwe. Bila Mîhrîcana Dersimê ya 13’emîn li ser xêrê be. Ya tarîtî ya jî ronahî. Tercih ya me ye. Bila terciha me ronahî be da ku xwişkahî û biratî û mirovahî bi rûh û can bibin.’’

 Piştre, Endamê Meclisa Federal a SPD’ê Kaweh Mansouri, bi axavtinekê silav li beşdaran kir. Hozan Rencber bi stran û kilamên Kirmanckî, Koma Umuda Haykiriş jî bi Tirkî û Kurdî stran gotin.

Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk, Hevseroka Kongreya Avakirina Dersimê Hulya Yer, Serokê Federasyona Yekitiyên Dersimê yên Demokratîk ên Ewropayê Mûharem Erdogan derketin ser dikê.

EM Ê XEYALÊN ŞEHÎDAN PÊK BÎNIN

Hulya Yer got, “Ez we bi berxwedana Atakan Mahîr, Sakîne Cansiz û Îbrahîm Kaypakkayayan silav dikim.” Yer anî ziman ku meha Gulanê ji bo gelên Tirkiyeyê meha berxwedanê ye û anî ziman ku ew ê xeyalên şehîdan pêk bînin.  

Hulya Yer, helwesta xelkê Dersimê ya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de silav kir û diyar kir ku Dersim heman helwestê wê sibê jî raber bike.

Mûharrem Erdogan jî bi bîr xist ku komkujiya Dersîmê di 4’ê Gulanê de pêk hat û diyar kir ku meha Gulanê meheke reş e. Mûharrem Erdogan diyar kir ku Komara Tirkiyeyê ketiye sala xwe ya 100’emîn û wiha got: “100 sala Tirkiyeyê, sedsala qirkirin û asîmîlasyonê ye. Projeyên 100 salî ragihandin. Proheyên wan ji êşkence, komkujî û asîmîlasyonê pê ve ne tiştekî din in. Me komkujiyên Dersim, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Pontûsê ji bîr nekir. Me Zîlan, Agirî, Sêwaz û Gazî ji bîr nekir. Me wêrankirina Sûr, Cizîr û Nisêbînê ji bîr nekir. Banga me ew e ku bi komkujiya Dersimê re bi rûyê hev bikevin.”

Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk jî bal kişand ser berdewamiya Terteleya Dersimê û got: “Tertele li her çar parçeyên Kurdistanê bi asîmîlasyon, înkar, komkujî û zilmê berdewam dike. Welatparêzî hezkirina ziman û çanda Kurdî ye. Festîval ji ber vê girîng e.”

Endamê Meclîsa Federal a Elman a Dîe Lînkeyê Gokay Akbûlût got ku girîng e ziman, dîrok û çanda Dersimê li vir zindî bibe û got: “Dersim tevî hemû qirkirin, zext û asîmîlasyonan, keleha berxwedanê ye. Dive em bi hev re xwedî li nirxên Dersimê derbikevin. Naskirina jenosîda Dersimê pir girîng e.”

Gokay Akbûlût, bavê Huseyîn Çelebî û yek ji damezrênerên Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanî (YXK) Rifat Çelebî, bi bîr anî û sersaxî ji malbata Çelebî û gelê Kurdistanê re xwest. 

PEYAMA AYTEN KORDÛ HATE XWENDIN

Piştî axaftina Gokay Akbûlût, peyama parlementera Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Mihrîcana Çanda Dersimê ya Ewropayê ku bi pêşengiya saziyên Dersimê ve îsal a 13’emîn hat lidarxistin, ji bo veguheztin û zindîkirina çand, ziman, bawerî û çanda Dersimê ji bo nifşên nû pir girîng e. Ez spasiya hemû kesên ku di vê organîzeyê de ked dane, dikim. Ez ji ber xebatên hilbijartinê nekarîm ku bi we re bibim, ji ber vê xemgîn im. Ez we beşdar û gelê me bi hêviya ku di demeke kurt de bi çalakiyên cuda bên ba hev, bi rêzdarî silav dikim.”

Mihrîcan bi stranên Ayfer Duzdaş berdewam kir.

Piştre Hevserokê Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABF) Huseyîn Mat derket ser dike. Mat îşaret bi hilbijartinên serokkomariyê yên ku sibê bên kirin, kir û anî ziman ku li hemberî desthilata nîjadperest, tekparêz, dijminê jinan, dijminê xwezayê, dijminê baweriyan wê îradeya wekhev, azadîxwaz û hevpar bi ser bikeve.

Piştî axaftina Mat, pêşandana Koma Folklorê ya KAGEF’ê hat pêşkeşkirin. Piştre peyama Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADKH) hate xwendin.

Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê Ozkan Tacar, Nûnerê Civata Ermenî, parlementerên federal ên Elman û Şaredarê Frankfûrtê axaftin kirin.

Grûp Mûnzûr, Ferhat Tûnç, Hasan Saglam û Hozan Serdar derketin ser dikê û mihrîcan bi gerandina govendê berdewam kir. Her wiha Koma Şanoyê ya Arêyê Kay derketin ser dikê û lîstika li ser suhbet û jiyana rojane ya civaka Dersimê, lîstin. Wênesaz Serpîl Odabaşi tevahiya mihrîcanê berhemên xwe yên li ser zilm û komkujiya li dijî Kurdan nîşan da. Gelek nivîskar û lêkolîner jî di konekî ku hatî vedan de bi xwîneran re hatin ba hev.

Hemû dahata mihrîcanê wê ji mexdûrên erdhejê re bê şandin.