Midûrê Karê Nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî Yasûl jî hate destgîrkirin

Berpirsê Karê Nivîsê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îshak Yasûl  jî hate destgîrkirin.

Di nav çarçoweya lêpirsînê de, ku polîsan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Çapxaneyê de girtibûn, Berpirsê Karê Nivîsê yê rojnameyê Îshak Yasûl nîvrokî hate  binçavkirin. Yasûl ku bi parêzerên xwe re çû Emniyeta Stenbolê ya Vatanê bi hinceta ku li ser biryara girtinê heye hate destgîrkirin.

ÊN DESTESERKIRÎ

Kesên ku hatine binçavkirin: Xwediyê Imtîyazê yê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gunê Kasim Zengîn, Berpirsê Karê Nivîsê Îshak Yasûl, xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Kemal Kurt, Mûsa Kaya, Ceman Tunç, Kemal Daşdogen, Îrfan Karaca, Mehmet Emîn Sumelî, Îhsan Sînmîş, Ugur Selman Kelekçîler, Kazım Goçer, Necatî Hızarci, Mahmût Abay, Mehmet Ozkara, Cumalî Oz, Mursel Demîr, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Îsmaîl Ergene, Semîh Tamay, Ozgur Bozkurt, Sadettîn Demîrtaş û Îsmalî, Muhammet ku paşnavê wan nayê zanîn.

Bi ser mala Rêveberê Giştî yê Weşanê Yilmaz Yildiz de girtin. Yilidiz li gel ku ne li malê jî bû dest li ser telefon û komputira wî danîn.

Diyar bû ku rayedarê TMSF’ê yê ku li avahiya navendî ya Beyogluyê ya rojnameyê dima îro nehatiye. Li avahiya Çapxaneya Gunê ya li Sefakoyê lêgerîna polîsan ev 3 rojan berdewam dike û nahêlin ku eks nêzî avahiyê bibin.