Mezopotamya û Mîr Muzîk ji ber hinceteke skandal hatin girtin

Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk li Elmanyayê hatibûn qedexekirin. Hikumeta Merkel bersiveke skandal da girtina saziyan û got ku “PKK bi çanda Kurd û muzîka Kurdî bi kar tîne.”

Bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî Horst Seehofer Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk di 12’ê Sibata 2019’an de hatibûn qedexekirin.Polîsan wê rojê girtibûn ser herdu saziyan û deriyên saziyan mor kiribûn. Sala borî polîsan du caran girtibûn ser van saziyan pirtûkên hînbûna Kurdî, pirtûkên zarokan ên bi Kurdî û pirtûkên dîrokê jî tê de, dest danîbû ser gelek pirtûkan.

Partiyên muxalefetê, weşanxane û gelek saziyên çandî nerazîbûn nîşanî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê dabûn. Partiya Çep jî qedexekirina van herdu saziyan xistibû rojeva Meclîsa Federal.

Hikumeta federal bersiveke skandal û sosret da pirsnameya ku Berdevkê Çandê yê Partiya Çep parlementerê federal Sîmone Barrîentos. Bersiva 6 rûpel a di destê ANF’ê de ye, gelek pirs nehatine bersivandin. Ligel ku xebatên pirtûk û muzîkan ên bi Kurdî li holê ne, hate diyarkirin ku PKK ji bo bikaranîna çand û muzîka Kurdî ev herdu sazî ava kirine.

Hikumetê diyar kir ku di dema qedexekirina herdu saziyan de agahî nedane dewleta Tirk lê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan di salên dawîn de gelek saziyên Kurdan kiribû hedef û ji wan re digot gelo hûn çima van saziyan qedexe nakin.

Di serdegirtina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê de polîsan dest danîbûn ser agahiyên şexsî yên muşteriyên saziyan jî û bi vê desteserkirinê re hewl didin li ser Kurdan siyaseta krîmînalîzeyê bikin.

Parlementerê Partiya Çep Sîmone Barrîentos nerazîbûneke tund nîşanî qedexekirina saziyan da. Barrîentos bersiva hikumetê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku çand û muzîka Kurdî ji ber nifûsa Kurdan parçeyekî Elmanyayê ye û got ku “Lê ev bersiv nîşan dide ku Hikumeta Federal çanda Kurd nas nake û bi ser de hunermendên Kurd û berhemên bi Kurdî jî krîmînalîze dike. Bi bersiva wan re jî dîtin hikumet qîmetê nade arşîva muzîka Kurdî.”

Parlementerê Elmanyayê Sîmone Barrîentos bang li Hikumeta Federal kir ku bila biryara qedexekirina van saziyan betal bike. Barrîentos xwest ku divê arşîva muzîkê were dayîn û têkeve bin xizmeta mirovan.