Metnê giştî yê di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de hatiye îmzeki

Metnê giştî yê ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de 3-4’ê Gulanê li Astanayê hate îmzekirin, ya ji bo avakirina ‘herêmên ewle’  yên li Sûriyê hate belavkirin.

Di metnê de ku ji hêla Wezareta Karê Derve yê Rûsya ve hate belavkirin, wiha hate gotin: ‘’Bi mebesta ku li Sûriyê tundî di nêzîktirîn demê de bi dawî bibe, rewşa însanî baştir bibe û ji bo krîzê çareseriyeke siyasî were dîtin, ji bo ku şertên guncav werin çêkirin li van herêman wê herêmên ewle werin diyarkirin.’’

Metnê giştî yê ku di malpera Wezareta Karê Derve a Rûsyayê de hatî weşandin wiha ye:

‘’Komara Îslamê ya Îranê, Federasyona Rûs û Komara Tirk, Komara Ereb a Sûriyê bi garantoriya agirbestê, li gorî biryara KNYE bi nimroya 2254 (2015)’an ku pêşbiniya yekeretiya xaka Sûriyê, serxwebûna wê û serweriya wê dike, ji bo dawîlêanîna şerê li Sûriyê û ewlehiya sivîlan di van xalên jêr de li hev kirine:

‘’Li Sûriyê ji bo ku tundî di nêzîktirîn demê de bi dawî bibe, rewşa însanî baştir bibe û ji bo çareseriya siyasî ji bo krîzê were dîtin, bi mebesta avakirina şertan li welêt wê li van herêman herêmên ewle werin diyarkirin; Li Idlîb û derdora wê Lazkiye, hin herêmên diyar ên Hama û Helebê; herêmeke diyar a li bakurê Humusê, Guta ya Rojhilat, herêmên diyar ên li başûrê Sûriyê (Dera û Kuneytra)

Herêmên ewle û xeta ewlehiyê pêvajoyeke 6 mehî a tevdîra demdemî ye û li gorî lihevkirina welatên garantor wê bi rengekî otomatîk berdewam be.

2- Li herêmên ewle, di nav aliyên şer de (Hikûmeta Sûriyê û komên muxalîf ên çekdar) êrîşên hewayî jî di nav de, her cure bikaranîna çekan wê were rawestandin; wê hewl were dayin ku bi lezginî, ewlehî û bê asteng alîkariya însanî were gihandin; ji bo ku ji gel re alîkariya tibî û pêdiviyên bingehîn ên gel werin dabînkirin wê şert û merc werin çêkirin; di serî de avaniyên av û enerjiyê ji bo restorekirina avaniyan wê tevdîr werin girin; ji bo ku penaber û kesên ku di nav welêt de cih diguherin bi dildarî û ewle vegerin wê şert werin çêkirin.

3-Li ser sînorên herêmên ewle bi mebesta ku di nav aliyên şer de şer çênebe wê xetên ewlehiyê werin çêkirin.

4-Di xetên ewlehiyê de ji bo ku sivîl bi rengekî bê çek, bê ku werin astengkirin, ji bo ku sewqiyata însanî û kar û barên aborî werin bicihanîn wê cihên kontrolê û ji bo ku agirbest were pêkanîn wê cihên çavdêriyê werin çêkirin. Xebatên li cihên kontrol û çavdêriyê, rêveberiya herêmên ewle ji hêla welatên Garantor ve wê li gorî peymanê were birêvebirin. Heke hewceyî pê were dîtin, bi lihevkirina welatên Garantor aliyê sêyemîn jî dikarin tevlê bibin.

5-Welatê Garontor mîsogeriyê didin ku ji bo ku rejîma agirbestê di navbera aliyên şer de pêk were wê her cure tevdîran bistînin; di nav herêmên ewle û derveyî wê de, li dijî DAIŞ, EL Nusra û El Qaîde û li dijî hemû rêxistinên terorê yên ku li gorî KNYE’yê hemû kes, kom, sazî û dezgehên ku weke rêxistinên terorê hatine qebûlkirin û kes, kom, pêkhate û saziyên têkildarî wan têbikoşe û her cure tevdîran bistîne; her wiha mîsogeriyê didin ku ji bo komên çekdar ên ku heta niha tevlî rejîma agirbestê nebûne jî hewl bidin ku wan jî tevlê bikin.

6-Ji bo diyarkirina herêmên ewle û xetên ewle û mijarên teknîk û fonksiyonel ên peymanê werin bicihanîn welatên garantor, piştî ku peyman hate îmzekirin bi du heftiyan ji nûnerên ku erkdar kirin wê komeke xebatê ya hevpar pêk bînin.

Welatên garantor ji bo nexşeya herêmên ewle û xeta ewle werin diyarkirin û li gorî xala 5’an, ji bo ji hev veqetandina rêxistinê terorê yên navborî û muxalîfên çekdar ji hev werin veqatandin heta 4’ê Hezîrana 2017’an wê gavan bavêjin.

Heta bi heman dîrokê koma xebatê ya hevpar, bi pejirandina welatên garantor, li gel nexşeyên herêmên ewle û xeta ewlehiyê, ji bo pêkanîn koma xebatê jî wê pêşnûmeyê amade bikin.

Koma xebatê ya hevpar di mijara xebatên hevdîtina Sûriyê ya Astanayê de wê raporan bidin.

Ev peyman, piştî ku hate îmzekirin roja dî sazkar dibe.’’