Metaryalên dijîtal ên Ozgur Gundemê hatin dizîn?

Dadgeha Tirk got metaryalên dijîtal ku dema bi ser rojnameya Ozgur Gundemê de girtibûn, metaryalên dijîtal ên rojnameyê ku polîsan dest li ser wan danîbûn winda bûne û nema li wan têne vegerandin.

Di doza derbarê  Rojnameya Ozgur Gundemê de şandeya dadgehê, diyar kir ku materyalên dîjîtal ên dema ku bi ser rojnameyê de girtin, polîsan dest danîbûn ser wan, winda bûne û biryar da ku materyalên dijital nadin xwediyên wan.
 
Danişîna 7’an a doza derbarê 22 rojnamegeran, ku  dema polîsan 16’ê Tebaxa 2016’an  bi ser Rojnameya Ozgur Gundemê de girtibûn hatibûn destgîrkirin, li  Dadgeha Eslî ya 5'an a Çaglayan a Stenbolê pêk hat. Rojnamegerên ku bêyî ku girtî bin tên darizandin, beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên wan di danişînê de amade bûn.
 
Parêzeran di danişînê de parastin kirin, xwestin materyalên dijital ên muwekîlên wan bên dayîn û kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. 
 
Dozger  jî mafê axaftinê girt û xwest mijarên kêm ên di dosyeyê de bêne temamkirin. 
 
Şandeya dadgehê, piştî naberê, diyar kir ku materyal dîjîtal ên didema serdegirtinê de, polîsan dest danîn ser wan winda bûne û biryar da ku materyalên dijital ji bo xwediyên wan nayin dayîn. Dadgehê dûre biryar da ku mijarên kêm ên di dosyeyê de bên temamkirin û danişîn taloqî 16’ê Sibata 2021’an kir.

Li ser vê pirs çêdibe gelo metaryalên dijîtal ji hêla polîsan ve hatin dizîn? Ji ber ku pir zehmet e ku metaryalên dijîtal ên dest li ser wan hatine danîn, 'winda' bûbin!