Meşa karkeran a ber bi Enqereyê ve di roja 4. de ye

Meşa karkeran a ber bi Enqereyê ve di roja 4. de ye

Karkerên Van ÎŞKUR ên bi awayekî neheqî dawî li karê wan hat anîn, di meşa xwe ya ber bi Enqereyê de gihaştin Kayseriyê.

Mexmûrên ÎŞKUR'ê ku li dû hilbijartinên herêmî dawî li karê wan hat anîn, meşa xwe ya ber bi Enqereyê ve di roja çaremîn de dewam dikin.

Karkerên ku ji Wanê heta Çewlikê bi peyatî hatin û duh li Elezîzê rastî hin astengiyan hatin, îro danê sibê gihaştin Kayseriyê. Karker li Kayseriyê ji aliyê rêxistinên Egîtîm Sen, Komeleya Hacibeştaş a Kayserî û HDP'ê ve hatin pêşwazîkirin, li dû taştê ya Egîtîm-Sen ji wan re amade kir, danê nîvro li navenda bajêr meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Karkeran diyar kirin ku ew piştî erdhejê di çarçoveya ÎŞKUR'ê de ji bo kar hatine wergirtin û li gorî peymanê divê salê 9 mehan bixebitin, lê di dawiya sala 3. de piştî hilbijartinên herêmî ji kar hatine avêtin. Karkeran dan zanîn ku wan ji têkoşîna xwe ya li Wanê encam negirtine lewma ber bi Enqereyê ve dimeşin û nerazîbûn nîşanî astengî û êrîşên polîsan dan.

Di dema dayîna daxuyaniyê de dirûşmên "Destên dirêjî nan dibin bila bişkên", "Em karker in mafdar in em ê bi ser bikevin", "Ji Wanê silav ji Kayseriyê re" timî hatin qîrîn.