Meşa dirêj a ciwanan di roja sêyemîn de didome

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bonnê yê Elmanyayê ciwanan meşeke dirêj dabûn destpêkirin. Meş di roja sêyemîn de didome.

Meşa dirêj di 9’ê Îlonê de bi şîara ‘Bi Rêbertî re bimeşe û faşîzmê hilweşîne’ li Bonnê hatibû destpêkirin.

Roja Sêşemê li beşa Troîsfort-Kolnê provokasysonên nîjadperest hatibû kirin û polîsan êrîş kiribûn. Di vê êrîşê de 4 ciwanên çalakger hatibûn destgîrkirin û piştre bi şertê ku tevlî meşê nebin, serbest hatibûn berdan.

Qedexeyên polîsên Elman di roja Çarşemê de jî domiya. Polîsan ji ciwanan re diyar kirin ku sloganên ‘Bijî serok Apo, bijî rêber Apo, bijî PKK û Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ qedexe ye.

Meşa ciwanan ji Kolnê ber bi Leverkûsê didome. Tê payîn ku meş di13’ê Îlonê de li Gladbachê bi dawî bibe.