Meşa ciwanan a li Atînayê di roja 2'emîn de ye
Meşa dirêj a ciwanên Kurd ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê dest pê kir di roja duyemîn de ye.
Meşa dirêj a ciwanên Kurd ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê dest pê kir di roja duyemîn de ye.
Meşa Dirêj bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurdistanê ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê û silavkirina pêngava KCK'ê li bajarê Lavrîo dest pê kir.
Meş ber bi paytext Atînayê ve di roja duyemîn de dewam dike. Ciwan doh piştî ku bi 20 kîlometreyî meşiyan gihîştin bajarokê Marco Polo û serê sibehê ji vir meşa xwe dewam kirin.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê tên hildan. Her wiha bi qîrîna dirûşman komplo û tecrîd tên şermezarkirin.
Tê payin ku meşvan sibe bigihêjin Atînayê. Piştî gihîştina ciwanan wê bi wesîleya "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.