BI DÎMEN

Meşa Amarayê destpê kir

Meşa ji Amedê ber bi Amarayê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' destpê kir.

Meşa ji Amedê ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku bi wesîleya rojbûna 76'an a Rêber Apo pêk tê, ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê lidarxistin.

Meşa ku bi dirûşma 'Bi civaka demokratîk re em ber bi azadiyê ve dimeşin' pêk tê, wê 4'ê Nîsanê li Amarayê bi dawî bibe.

Ciwanan kincên bi nivîsa 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' ên bi Kurdî û Tirkî li xwe kirin.

Ciwan beriya destpêkirina meşê li Qada Şêx Seîd a li Amedê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

'ME BI CIWANTÎ DESTPÊ KIR, EM Ê BI CIWANTÎ BI SER BIKEVIN'

Li gel parlamenterên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û Onûr Duşunmez, aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl ên ji bajêr tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, "Sedema têkoşîna 50 salî bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd e. Ji bo xwedîderketina li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina civaka demokratîk em bi rê ketin. Bi gotina 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' em bi rê ketin. Em di wê baweriyê de ne ku civaka demokratîk û azadî wê demokrasiyê ji gelê Kurd û Tirkiyeyê re bîne."

DENGÊ RÊBER APO GIHÎŞT HEMÛ GELAN

Piştî vê axaftinê ji ciwanên çalakger Mercan Sarsilmaz bi Kurdî, Alîhan Şîmşek jî bi Tirkî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dengê Rêbe Apo ku 43 mehan hewl hate dayin bê birîn, di 27'ê Sibatê de bi hilweşandina hemû bendan re di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê gihîşt hemû gelên cîhanê, tehtên zindana Îmraliyê ser û bin kirin. Bi vê bangê re bindestan hemûyan ji bo pêvajoya têkoşîn û destketiyan hêviyeke mezin bi dest xistin. Ji Belûcistanê heta bi komunên Başûrê Emerîkayê, ji Sîcîlyayê heta bi Fîlîpînan, ji Abya Yala heta bi Fîlîstînê gelan hemûyan bi biryardariyeke mezin ev bang silav kirin û weke destwerdaneke polîtîk kete dilê Rojhilata Navîn. Gelê Kurd jî di 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bi dagirtina qadên mîtîngê ya bi pêşengiya jin û ciwnan piştgirî da vê bangê.

HETA PÊKANÎNA AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ...

Ev bang Rojhilata Navîn li destwerdanên emperyal girt, ji bo gelan û bindestan bû çavkaniya hêviyê, derfetên jiyaneke azad û aştiyeke bi rûmet afirand. Ji bo pêkanîna vê bangê ciwanên Tirkiye û Kurdistanê wê li refên herî pêş bin. Bi navê afirandina civaka demokratîk ku wê bibe garantiya aştiya bi rûmet, di serî de têkoşîna civakî û çalakiyan, ciwanên welatparêz wê li her qadê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin wê li qadan bin."

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz hate kirin ku li bajarên meşa wan jê derbas bibe, ji 1'ê Nîsanê heta 4'ê Nîsanê, bi germahiya biharê tevlî bibin, banga aştî û civaka demokratîk fêhm bikin, bidin fêhmkirin, nîqaş bikin û bidin nîqaşkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Meşa me ku wê ji Amed, Sêwereg, Curnê Reş û Rihayê derbas bibe, di 4'ê Nîsanê de wê bigihêje Amarayê û îlana destpêkeke nû temam bike. Em bang li her kesî dikin ku tevlî vê meşa bi heybet bibin û şahidiyê ji vejîna ciwanên Bakur re bikin."

Piştî daxuyaniyê ciwanan bi dirûşmên 'Bijî berxwedana zindanan' û 'Bijî Serok Apo' ber bi AZC Plaza ya li taxa Ofisê dest bi meşê kirin.