Merkel û Jûncker: Îdam xatirxwestina ji Ewropayê ye

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker, di mijara qanûna îdamê de ku desthilatdariya Erdogan dixwaze bîne, hişyarî dan.

Merkel destnîşan kir, ku nabe propaganda îdamê li xaka Elmanyayê were kirin. Jûncker jî got, îdam wê wateya xatirxwestina ji Ewropayê.

Serokwezîra Elmanyayê Merkel ji radyoya Elman WDR5 re axivî û diyar kir, eger di mijara îdamê de referandûm were kirin, ew ê ku li axa Elmanyayê destûrê nedin vê yekê.

Merkel anî ziman, Tirkiyeyê hê di vê mijarê de serlêdanek nekiriye û got, "Lê mixabin ev yek ne mijara rawêjî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê mijar tê nîqaşkirin."

Berdevkê hikumeta Elman Steffen Seîbert jî hefteya bihurî daxuyaniyeke bi heman rengî da bû. Seîbert anî ziman, ku eger referandûm li ser îdamê were kirin, ew ê nehêlin ev referandûm li Elmanyayê bê birêvebirin. Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat û namzetê Serokwezaretiyê Martîn Schûltz jî bi heman rengî nêrînên xwe anî ziman.

Daîreya Xizmetên Zanistî ya ser bi Meclîsa Federal a Elman jî di vê mijarê de, di meha Nîsanê de raporek weşand. Di vê rapora zanyaran de rê li ber hikumetê hate vekirin, ku dengdana li ser referandûma îdamê ne tenê li lokalên hlibijartinê, dikare li Konsolosxane û Sefaretxaneyên Tirk jî qedexe bike.

Daxuyaniyeke din a li ser mijarê ji Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker hat. Jûncher ji rojnameya Rheînîsche Post a Elman re axivî û got, "Eger mijara îdamê ji gotinê wêdetir biçe, ev yek wê were wê wateyê, ku Tirkiye bi awayekî vekirî malbata Ewropayê red dike."

Jûncker destnîşan kir, ku îdam di heman demê de tê wateya qedandina danûstandinên endametiya Yekîtiya Ewropayê û got, "Ev yek, di nava xetên sor de ya herî sor e."

Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel jî di destpêka hefteyê de dabû xuyakirin, ku ew ê nehêlin li welatê wan dengdan li ser referandûma cezayê îdamê bê dayîn."