Merkel: Em PKK'iyan dişopînin
Merkel: Em PKK'iyan dişopînin
Merkel: Em PKK'iyan dişopînin
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro piştî hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan re civîneke çapameniyê lidarxist. Merkel diyar kir ku ji bo tekoşîna li dijî PKK'ê çi ji destê Almanyayê were wê bike û wiha axivî: "Em dizanin ku nûnerên PKK'ê di bin navên dî de xwe rêxistin dikin, em wan dişopînin."
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di çerçowa gere xwe ya li Tirkiyeyê îro bi serokwezîr Recep Tayyip Erdogan re hate cem hev. Her du serokwezîran piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpeş li dar xistin.
Merkel destnîşan kir ku leşkerên Alman ên ku li Mereşê ji bo ewlekariyê hatine wezifedarkirin û wiha axivî: "Em di çerçoweya NATO'yê de girgingiyê didin desteka bi Tirkiyeyê re. Em dixwazin ku pêvajoya endametiya Tirkiyeyê pêşve here û eger em xalekî mûzekereyan bidin vekirin evê bibe gavek."
Merkel vê bersivê da pirsa "Gelo hunê PKK'iyan radestê Tirkiyeyê bikin an na?": "Ji bo tekoşîna li dijî PKK'ê çi ji destê Almanya were wê bike. Dema meseleya radestkirinê tê rojevê dadgeh pir bi baldarî û nazik dixebitin. Dadgeh ji ber cezayên muebetê (sermendî) dikarin biryara radestkirinê nedin. Em dizanin ku nûnerên PKK'ê di bin navên dî de xwe rêxistin dikin, em wan dişopînin."