Merkel: Divê em li alternatîfên Încîrlîkê bigerin
Serokwezîra Elmanyayê Merkel nerazîbûn nîşanî rejîma AKP'ê da, ku daxwaza parlamenterên Elman a ji bo serdana baregeha Încîrlîkê careke din red kir.
Serokwezîra Elmanyayê Merkel nerazîbûn nîşanî rejîma AKP'ê da, ku daxwaza parlamenterên Elman a ji bo serdana baregeha Încîrlîkê careke din red kir.
Berdevkê Merkel Steffen Seîbert got, "Hewldanên me yên li Enqereyê wê bidomin. Lê di heman demê de lazim e em li alternatîfên Încîrlîkê jî bigerin."
Komek ji parlamenterên ji Komîsyona Parastina Federal xwest serdana baregeha Încîrlîkê bike, lê Enqereyê careke din ev daxwaz red kir. Hikumet û siyasetmedarên Elman nerazîbûn nîşanî hikumeta Tirk dan.
Hikumetê û siyasetmedaran diyar kirin, ne ya qebûlkirinê ye ku serdana heyeta Elman a sibê di kêliya dawî de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye astengkirin. Berdevkê Serokwezîr Angela Merkel Steffen Seîbert got, "Bêguman mafê endamên Meclîsa Federal e ku biçin Încîrlîkê û serdana leşkerên li derveyî welat wezîfeyê dikin, bikin."
Seîbert anî ziman, ji bo pêkhatina serdanê wê hewldanên hikumeta federal li Enqereyê dewam bikin û got, "Di heman demê de divê em li şûna Încîrlîkê li alternatîfan jî bigerin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve Martîn Schaefer jî destnîşan kir, ne ya qebûlkirinê ye ku serdana beriya niha bi hefteyan hatiye plankirin di kêliya dawî de tê betalkirin.
SIYASETMEDAR: DIVÊ LEŞKER JI ÎNCÎRLÎKÊ WERIN VEKIŞANDIN
Serokê Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Federal Wolfgang Hellmîch, nerazîbûneke tund nîşanî vê astengiyê da. Hellmîch ê ji SPD'ê, ji AFP'ê re axivî û got, "Di rewşeke bi vî rengî de lazim e em bifikirin bê dikarin çi bikin. Divê leşkerên Elman ji bo xwevekişandina ji Încîrlîkê dest bi amadekariyan bikin."
Ji partiya Merkel CDU jî nerazîbûnên tund tê nîşandan. Hennîng Otte yê ji CDU got, divê Tirkiye êdî biryarê bide bê endamekî NATO ye yan na. Otte bang li Wezîra Parastina Feeral kir û got, "Divê bi lezgînî alternatîfên Încîrlîkê deyne holê."
Li baregeha Încîrlîkê, leşkerên Elman bi balafirên keşfê yên bi tîpa Tornado destekê dide koalîsyona li dijî DAIŞ'ê. Niha bi qasî 260 leşkerên Elman li vê baregehê ne.
Tê gotin, ku artêşa Elman plan dike xwe ji Încîrlîkê vekişîne, balafirên xwe yên Tornado û leşkerên xwe li Urdun an jî Qibrisê bi cih bike.