Merasîma cenazeyê Bolek hate astengkirin

Ji aliyê polîsan ve merasîma cenazyê ku dihate plankirin ji bo endama Grûp Yorûm Helîn Bolek bê lidarxistin hate astengkirin. Gelek kes hatin destgîrkirin.

Endama Grûp Yorûmê Helîn Bolek, duh ri roja 288’an a çalakiya xwe ya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû. Îro ji bo Bolek hat xwestin ku merasîm bê lidarxistin. Ji bo merasîmê, cenazeye Bolek, di saetên zê yên serê sibehê de ji “Mala Berxwedanê” ya li taxa Armûtlû ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê hat derxistin û ji bo Mala Cemê ya li navçeya Okmeydaniyê hat şandin. Lê li Çerxerêya Nûrtepeyê cenazeyê Bolek pêşiya cenazeye Bolek hat birîn.

Piştî rawestandina cenaze ya li ser Kolana Sîlahtaraga, ajokarê wesayîta cenaze û ajokarê wesayîta ku malbata Bolek dibir, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Polîsan, xwest ku cenaze bêyî ku biçe Mala Cemê ya Okmeydaniyê, rast e rast biçe li Goristana Ferîkoyê bê veşartin. Malbat û parêzer jî dixwazin ku cenaze bibin Mala Cemê ya Okmeydaniyê

Li Okmeydaniyê, ji saetên serê sibehê ve rêyên ku diçin Mala Cemê û Navenda Çandê ya Îdîlê ji aliyê polivan ve hatine girtin. Li gel vê astengiyê jî bi sedan kes li ber Mala Cemê hatine gel hev û bi dûrişmeyan bertek nîşanî dorpêça polisan didin. Girse, kilamên Grûp Yorûmê dibêje û timik dûrişmeyên mîna “Şehît amirin”, “Şehît Helîk Bolek nemir e” , “Berxwedana meya rojiya mirinê rûmet me ye” û “Kilam bêdeng nabin û govend didomin” berz dikin.

Piştî demekê pêşiya girseya ku xwest ber bi Goristana Ferîkoyê ve bimeşe, ji aliyê polîsan ve hat birîn. Li dijî vê astengiyê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsan mudaxaleyê girseyê kirin û hejmareke zêde kes piştî derbkirinê destgîrkirin.

Girseya ku piştî mudaxaleya polîsan dîsa li ber Mala Cemê li hev kom bû û sekna xwe li vir didomîne. Cenazeyê Bolek jî bi zora polisan ber bi Goristana Ferîkoyê ve derket rê.

Buroya Hiqûqê ya Gel jî tekildarî rewşê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev parvekirin kir: “Cenazeyê muwekîla me Helîn Bolek li ser wesiyeta wê hewl tê dayîn ku bê Okmeydaniyê. Biha li têketina Okmeydaniyê ajokarên wesayîtan di bin çavan de tên rawestandin û birina cenaze ya Ferîkoyê tê ferzkirin. Mafê veşartinê li gorî wesiyetê peywira dewletê ye.”