Meclîsê ji bo Girtîgeha Amedê nêrîna Serokwezaretiyê xwest

Meclîsê ji bo Girtîgeha Amedê nêrîna Serokwezaretiyê xwest

Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsê, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bibe muze, ji Serokwezaretî û Wezaretên pêwendîdar nêrîn xwest.

Komîsyonê, serlêdana Weqfa 78'an a bi 100 hezar îmzeyên di çarçoveya kampanya "Bila Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan" de hatibû berhevkirin, nirxand.

Komîsyonê di vê çarçoveyê de ji Serokwezaretî, Wezaretên Dad, Parastina Milî, Çand û Tûrîzmê re nivîsek şand û xwest, mijar bê nirxandin. Komîsyonê ji Serokwezaretî û Wezaretiyên mijara gotinê xwest, nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser mijarê ragihînin.