Meclisa Jinan a HDK’ê konferansa xwe pêktînin
Meclisa Jinan a HDK’ê konferansa xwe pêktînin
Meclisa Jinan a HDK’ê konferansa xwe pêktînin
Meclisa Jinan ya HDK’ê di 11-12’ê Gulanê de konferansa xwe li dardixin û di konferansê de dê “Polîtîkayên ked-beden-nasname û plansaziyên tekoşînê” bên diyarkirin.
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan HDK di 11 û 12’ê Gulanê de li Navenda Giştî ya Sendîkaya Petrol-Îş konferansa xwe li darbixin. Hat destnîşan kir ku, dê ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin tevlî konferansê bibin.
Ji bo tevlîbûna konferansê wiha hat gotin: “Ji bo rêxistinbûyîna jinê bi hêz bibe, hevgirtina me pêş bikeve, ji bo têkoşîna me ya wekhevî û azadiyê di demeke evqas dîrokî de li darxistana konferansa me, bi zanabûna ku dê hez bide tevgara jinê, me xwest em bi hemû jinên HDK’ê re bên cem hev.”
Mijara destpêkê ya konferansê yên weke “Rojeva tevgera jinan, polîtîkayên ked-beden-nasname û planên têkoşîn” hatin destnîşan kirin. Di rûniştana destpêkê de dê mijarên “Daxwazên jinan ên di têkoşîna aştî û pêvajoya çareseriyê de çine, rol û têkoşîna jinê”, “Tundiya li ser jinê, êrîşên li ser keda jinê, kriza ekonomîk, polîtîkayên AKP’ê yên civakê bi hêz bike, nêzîkatiyên muhafizekar û hwd û li hemberî van nêzîkatiyên têkoşînê û perspektîfên bingehîn ên derbarê rêveberiyên yerel de” bên nîqaş kirin.
Dê konferans du rojan bi dome. Piştî konferansê dê encamnameya konferansê ji raya giştîre bê aşkera kirin.