Meclîsa Jinan a HDK’ê: Em demokrasiya rastîn dixwazin
Meclîsa Jinan a HDK’ê: Em demokrasiya rastîn dixwazin
Meclîsa Jinan a HDK’ê: Em demokrasiya rastîn dixwazin
Meclîsa Jinan a HDK’ê li Stenbolê daxuyaniyek çapemeniyê pêk anî û pakêta demokratîbûnê ya bendewariyên civakê neanî cih nirxand. Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Yurdusev Ozsokmenler, da zanîn pêşniya ku hikûmeta AKP’ê bo benda hilbijartinê aniye, tê wateya ku bend zêdetir bilind bûye û got tê wateya kêmbûna piraniya siyasî. Ozsokmenler destnîşan kir ku ev jî tevlibûna jinan a siyasetê bi sînor dike.
Li ser navê meclîsê Yurdusev Ozsokmenler daxuyanî xwend û da zanîn ku pakêta ku di 30’ê îlonê de ji aliyê hikûmetê ve hatiye aşkerakirin bersivê nade hewcedariyên gel.
Ozsokmenler destnîşan kir pakêt bi awayekî tevliker nehatiye amadekirin û rapora aqilmendan jî hatiye piştguhkirin û got: “Ji bo çareseriyake aştiyane ya pisgirêka kurd tu pêngav di pakêtê de cih negirtiye.
DI NEÇARESERIYÊ DE ISRAR
Ozsokmenler diyar kir ku hikûmeta AKP’ê derfeta demokratîkbûn û aştiyê heba kiriye û wiha pê de çû: “Ji bo girtiyên KCK’ê tu pêngav nehatiye. Her wiha di qada azadiya civîn û fikr, nêrîn û çapemeniyê de jî tu pêngav nehatiye avêtin. Ev jî tê wateya ku di neçareseriyê de israr dike. Ligel vê mafê perwerdehiya zimanê dayikê jî û wekheviya baweriyan jî di pakêtê de cih negirtibû.”
TEVLIBÛNA JINAN A SIYASETÊ TÊ SÎNORKIRIN
Ozsokmenler wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêşniyara ku ji bo benda hilbijartinê hatiye kirin, benda hilbijartinê bilindtir kiriye. Ev rewş tê wateya ku tevlibûna jinan a siyasetê tê sînorkirin. Pergala hilbijartinê, divê ji her cureyê bendê parastin.
Ozsokmenler di qada cemawerî de serbestbuna turbanê wiha nirxad: “Astengiyeke li pêş jinan radibe. Li aliyekî ku di pakêtê de tiştên wisa nerm tê kirin, li aliyê din jî bi van pêkanînên muhafazakar qada jiyana cemawerî a jinan tê teng kirin.”