Meclisa Hevbeş a Şêxmeqsûdê biryarên girîng girtin
Meclisa Hevbeş a Şêxmeqsûdê biryarên girîng girtin
Meclisa Hevbeş a Şêxmeqsûdê biryarên girîng girtin
Meclisa Hevbeş a Taxa Şêmeqsûd a Helebê ku bi tevlîbûna 50 endaman civîna damezrandinê lidar xistibû û 2 hevserok hilbijartibûn, biryarên girîng girtin.
Meclîsa Hevbeş ku ji pêkhateyên taxê û nûnerên saziyên sivîl pêk tê û civîna damezirandinê lidar xist, piştî nirxandinan hevserokên meclîsê hilbijartin. Di civînê de her wiha komîteyên alîkariya mirovahî, têkiliyên civakî, ragihadin, perwede û aboriyê hatin avakirin.
Biryarên ku di civînê de hatine girtin wiha ne:
1- Têkiliyên biratiyê yên di navbera pêkhateyên taxê de wê werin bihêzkirin.
2- Di kar û barên sivîl de wê hevkarî were pêşxistin.
3- Şerê kurd û ereban xeta sor e, pêwîste neyê derbaskirin.
4- Ji ber ku tax ji hêzên rejîmê rizgar kiriye, ji bilî asayişê û navenda ewlekarî ya hevbeş, hemû hêzên çekdarî wê werin rakirin.
5- Tu hêzeke ji derveyê taxê nikare bêyî erêkirina meclisê navendên xwe li taxê veke.
6- Rola jinê di meclisê de wê were zêdekirin.
7- Ji bo meclisa hevbeş li taxê wê navendek were vekirin.