Meclisa Gel ya Kurdan li Borlangeyê 2’mîn Kongereya xwe pêkanî
Meclisa Gel ya Kurdan li Borlangeyê 2’mîn Kongereya xwe pêkanî
Meclisa Gel ya Kurdan li Borlangeyê 2’mîn Kongereya xwe pêkanî
Kurdistaniyên ku li bajarê Borlange yê Swêdê jiyan dikin, hatin gel hev û 2’mîn Kongerya Meclisa Gel ya Kurdan pêkanîn.
Kongreya ku diyarî sê jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê hatibûn qetilkirin hate kirin, li ser bîranîna kesên di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpêkir. Piştî dîwana kongreyê hate hilbijartin, piştre rapora xebatê ya yek salê hate xwendin.
Kurdistaniyên ku di kongreyê de axivîn dane diyarkirin ku, hem li Swêdê û hem li Kurdistanê xebatên erênî hatine birêve birin, lê belê ji bo derbazkirina kêm û kurtiyên derketine, her wiha ji bo xebat hîn biberhemtir be pêwîste kesên di komîteyan de cihê xwe digirin bi înîsiyatîf nêz bibin.
Kongreya ku ji 150’an zêdetir Kurdistanî tevlîbûyîn, pêşketinên li Rojava û Tirkiyeyê jî nirxandin. Axaftinvana di kongreyê de anîn ziman ku, tekoşîn û berxwedana bibiryar ya Tevgera Azadiya Kurd û Gelê Kurd daye meşandin, Desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirk neçarmaye dest bi hevdîtinan bike. Axaftinvana balkişande ser ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hemû hêza xwe hewil dide pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane çareser bike, lê belê desthilatdariya AKP’ê polîtîkayekî nesamîmî dide meşandin. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku, Erdogan li aliyekê dixwaze hevdîtin bê kirin û di heman demê de jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşên tunekirinê pêktîne, ev rewş berpirsyartiyek hîn mezintir dide ser milê gelê Kurd ku tekoşînê bilindtir bike. Hinek beşdarvana balkişande ser rewşa Rojava û xwest xebatên ji bo gelê Rojava bên zêdetikirin û lezkirin.
Piştî erêkirina rapora xebat û maliyê komîsyon hate pêkanîn. Ji bo komîsyonên çapemenî, rêxistin, ciwan, jin, çand, têkiliyên derve, edalet, têkiliyên civakî bigiştî 58 Kurdistanî hatin hilbijartin. Ji bo Hevserokên Meclisa Gel jî Acûn Heval û Leyla Heval hatin hilbijartin.