Meclisa Gel ya Herêma Baselê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
Meclisa Gel ya Herêma Baselê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
Meclisa Gel ya Herêma Baselê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
Meclisa Gel ya Herêma Baselê li bajarê Basel yê Swîsreyê 8’mîn Kongreya xwe pêkanî.
8’mîn Kongreya Meclisa Gel ya Herêma Baselê bi tevlîbûna sedan kesî li salona Navenda Çanda Baselê pêkhat. Di kongreya ku destpêkê bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên di tekoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dayîn destpêkir û bi hilbijartina dîwanê berdewam kir de, destpêkê pêvajo hate nirxandin. Li vir Mustefa Sarikaya balkişande ser pêvajoya çareseriya demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û her wiha di vê pêvajoyê de behsa girîngiya Meclisên Gel kir.
Sarikaya da diyarkirin ku, pêvajoya çareseriya demokratîk ya îro hatiye destpêkirin netenê di navbera kesên muhatab de tê nîqaşkirin, li tevayî cîhanê tê nîqaşkirin û anî ziman ku, Kurd gihane astekî mezin yê stratejîk. Sarikaya gotina ji Sazûmankarên PKK’ê Kemal Pîr ya “Em di vê tevgerê de azadiya gelê Tirk jî dibînin” bibîrxist û da diyarkirin ku, ew weke tevger vê gotinê ji bo xwe weke wesiyet dibînin. Sarikaya bilêv kir ku, bi serkeftî encambûna vê pêvajoyê netenê gelê Kurd dê hemû gelên herêmê azad bibin.
Piştî nîqaşên li ser pêvajoyê di kongreyê de rapora faliyetên salekê yên Meclisa Gel ya Herêmê hate xwendin û nîqaşkirin, piştre xebatên salek pêşiya me hatin diyarkirin.
Di dawiya kongreyê de jî bi hilbijartinê rêveberî û serokatî hatin hilbijartin. Di encama hilbijartinan de ji bo serokatiya Meclisa Gel ya Herêma Baselê Bûrhan Başaran hate hilbijartin.