Meclisa Ciwanên HDK: Dest nede parlementera me

Meclisa Ciwanên HDK: Dest nede parlementera me

Meclisa Ciwanên HDK’ê cezayê ku ji aliyê 9. Daîreya Ceza Dadgeha Bilind ku ji bo Hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel bi endamtiya PKK’ê 8 sal û 9 meh ceza dayê li meydana Galatasarayê protesto kir.Meclisa Ciwanan ku ji bo girtiyên di gîrtîgehan de girtîne post kart şand û diyar kir ku sala 2014’an wê bibe sala tekoşînê.

Meclisa Ciwanên HDK’ê ji bo hevalên xwe yên ku di çalekiyên salên dawî de hatine girtin û Hevseroka HDP’ê Tuncel ku cezayê girtîgehê jêre hatiye dayîn çalekî li darxistin. Di çalekiyê de pankarta wek “Diz li meclisê ne û xwendekar jî li girtîgehane” û dovîzên weke “dest nede parlementera min, Sebahat Tuncel rûhe”, “girtinên siyasî bila bi dawî bibin”, “ji bo girtiyên Gezî azadî”, “ji bo girtiyên nexweş azadî” hatin vekirin ku hemûyan bi yek dengî dirûşmeyên weke “rizgarbûne nîne ya bi tena serê xwe yan hemû bi hevre yan jî ne kes ji me”, “girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin qêr kirin.

Ji çalekvanan yekem xwendekara barê girtî Îlkcan Yirmibeş mafê axaftinê girt. Yirmibeş got ku ji bo silavan ji hevalên xwe re bişînin civiyane û got hevalên wan yên li girtîgehan hemû demê di fikra wan dene.

Piştî İlkcan Yirmibeş mafê axaftinê ji girtiyên siyasî yê berê aktivîsta LGBTÎ a Hêvî Roza girt. Roza got ku dema ku hevalên me yên xwendekar, parêzvan, rojnamevan, siyasedmedar di girtîgehan debin, bi hezaran rêhevalên me sala nû di nava çar dîwaran de pêşwazî dikin.

Piştî Roza li ser navê Meclisa Ciwanên HDK’ê Cihan Erdal daxuyanî da. Erdal ku got salekî tejî tekoşîn, hêvî û berxwedan li paş xwe hiştin û wê sala nû bi hêviyên ku ji Gezî û Rojava girtine bi tekoşîna hevbeş a gelên Tirkiyê ku baweriya bi HDK û HDP’ê  hene wê bikevinê.

Ciwanên HDK’ê piştî daxuyaniyê ji bo hevalên xwe yên girtî name û kart nivîsandin.