Meclîsa Ciwanan a Ceyhan a BDP'ê damezirandina xwe îlan kir

Meclîsa Ciwanan a Ceyhan a BDP'ê damezirandina xwe îlan kir

Meclîsa Ciwanan a Ceyhan a BDP'ê diyar kir ku ew dixwazin "Konfederalîzma Demokratîk " ava bikin.

Meclîsa Ciwanan a Ceyhan a BDP'ê bi şahiyekê damezirandina xwe îlan kir. Di şahiya ku li ber Nûnertiya Herêmê ya Ceyhan a BDP'ê pêk hat de, ligel bi hezaran hemwelatiyan rêveberên bajêr û Navçeyan ên BDP'ê, Serokê Rêxistina BDP'ê Seyfettîn Aydemîr û aktîvîstên Dayikên Aştiyê amade bûn. Li qada şahiyê pankarta "Ji dîroka me, çanda me, zimanê me û Rojava destên xwe bikişînin" û "Rêbertiya azad, welatê azad, dahatûya azad" hatin daliqandin. Dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Silav Silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî berxwedana YPG" û "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" hatin gotin. Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê jî hatin daliqandin.

ARMANC KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E

Di şahiyê de li ser navê ciwanan Evîn Demîr got ku hêza pêşeng a gelê Kurd ciwan in û dewlet hewl dide ciwantiyeke girêdayî narkotîkê, nefikire û tevizî biafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hewl didin bi polîtîkayên narkotîk, fuhûş, asîmîlasyon, sîxurtî û jirêderxistinê derbeyan li kesên hatine metropolan bidin. Wek ciwan em ê wan polîtîkayan vala derxin. Ciwan ji bo vî rolê xwe bilîze divê xwe bi rêxistin bike. Armanca me avakirina konfederalîzma demokratîk e. Ciwan di bin navê El Nusra de tên rêxistinkirin û ji bo li hemberî gelê me şer bikin dişînin Rojava. Divê tevayî kurd li hemberî wan çeteyan bibin yek."

Piştî Demîr Serokê Rêxistina Ceyhan a BDP'ê Seyfettîn Aydemîr jî got ku divê em li ciwanan xwedî derkevin û got, "Di pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan da destpêkirin de AKP'ê tu gaveke erênî neavêt. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê hikûmet gav biavêje." Aydemîr banga destek û piştevaniya ji bo gelê Rojava kir.

Şahî bi govend û fîşekên hewayî heta derengiya şevê berdewam kir.