Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweser efûya giştî îlan kir

Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweser efûya giştî îlan kir

Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di civîna xwe ya îro de, ji bilî kesên ku li dijî nirxên gel destdirêjî kirine û tiliya wan di xwîna “şehîdan” de heye, ji bo hemû girtiyan efûya giştî îlan kir. Ev jî bû biryara yekemîn ku meclîs di warê civakî de digire. Meclîs wê di 6’ê Çileya 2014’an de ji bo nirxandina pêşnûmayên derbarê rêveberiyê de dîsa bicive.

Civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li ser banga dîwana meclîsê îro serê sibehê li bajarê Amûdê destpê kir bidawî bû. Di civînê de 65 delegeyên ku nûnertiya 48 partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî yên ji hemû pêkhateyên herêmê û kesayetên serbixwe pêk tên amade bûn.

Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî Ebdulkerîm Umer, axaftina destpêkê kir û cejna êzidî û xiristiyanan, her wiha sersala hemû gelan pîroz kir û hêvî kir ku sala 2014’an bibe sala aştî û wekheviyê.

Ebdulkerîm Umer piştre jî navên sazî û rêxistinên ku ji bo tevlîbûna rêveberiya xweser serlêdan kiribûn xwendin û got ku ev serlêdan hatine qebûlkirin. Li gorî vê navên saziyên ku serlêdanên wan hatine qebûlkirin wiha ne: “Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê, Yekîtiya Ciwanên Kurd, Mala Ezîdiyan, Tevgera Civaka Hevbeş, Tevgera Guhaetina Demokratîk a Kurdistanê, Komeleya Keskayî ya Parastina Xwezayê, Meclîsa Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê û rewşenbîr Hesen Zaza.”

Di civînê de rapora Desteya Pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji xebatên “amadekirina qanûna hilbijartinê”, “rengê rêveberiyê”, û “hevpeymana civakî” pêk tên jî, hate xwendin. Di raporê de hate diyarkirin ku xebat ji sedî 90 hatine temamkirin.

Piştî xwendina raporan, li ser rewşa girtiyên li Rojavayê Kurdistanê nirxandin hatin kirin. Di encama nirxandinan de bi munasebeta cejnên Êzidî û Xiristiyanan, her wiha sala nû biryara efûya giştî hate dayîn. Di biryarê de şertên efûyê jî wiha hatin rêzkirin:

1- Hemû kesên ku beriya 31’ê Kanûna 2013’an hatine girtin û cezayê wan kêmî salekê ye, dikevin ber efûyê.

2- Kesên ku cezayê wan di navbera salek û 3 salan de ye, wê cezayê wan nîvî dakeve.

3- Kesên ku hikum xwarine, dema kefaletê bidin, dikarin bêne berdan.

4- Kesên ku der barê wan de ceza hatiye dayîn, lê reviyan e nakevin ber efûyê. Lê ger ku piştî îlankirina efûyê, di nava 30 rojan de teslîm bibin, wê bikeve ber efûyê.

5- Pêwîste hemû aliyên dadê û rêveberiyan piştî îlankirina efûyê, pêdiviyên wê bicîh bînin.

Di biryarê de bal hat kişandin ku kesên di dema êrîşên çeteyan de li dijî nirxên gel destdirêjî kirine û tiliyan di xwîna “şehîdan” de heye, nakevin ber efûyê.

Piştî xebatên rêveberiya xweseriya demokratîk hatin destpêkirin û meclîs hate avakirin, cara yekemîn e ku der barê mijarên civakî de biryarek tê girtin.

DI 6'Ê ÇILEYÊ DE DÎSA DICIVE

Di encama nirxandinan de biryar hate girtin ku meclîs di 6’ê Çileya 2014’an de dîsa bicive. Hate gotin ku di vê civînê wê raporên der barê xebatên “Hevpeymana civakî”, “Qanûna hilbijartinê” û “Rengê rêveberiyê” de bêne nirxandin û biryar bêne girtin.

Di civînê de hate destnîşankirin ku heta 6’ê Çileyê partî, rêxistin, sazî û kesayet dikarin ji bo tevlîbûna rêveberiya xweser serlêdanê bikin.