Meclîsa Aştiyê bi heyetên BDP, AKP û CHP’ê re civiya

Meclîsa Aştiyê bi heyetên BDP, AKP û CHP’ê re civiya

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) têkildarî "Pakêta demokratîkbûnê" bi komên BDP, AKP û CHP’ê re hevdîtin çêkir. Berdevkê Demê yê TBM’ê Hakan Tahmaz hevdîtin nirxandin û got ku, di hevdîtinan de xwestine hikûmet gavan biavêje.

Heyeta Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, ji bo têkildarî “Pakêta demokratîkbûnê” ya ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hat aşkerakirin pêşniyarên xwe pêşkêş bikin, bi Serokwekîlê Koma AKP’ê Ehmed Aydin, Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Bûldan û Serokwekîlê CHP’ê Engîn Atalay re hevdîtin çêkirin. Heyeta TBM’ê ya ji endamên Sekreterya Tatyos Bebek û Ayşe Aydogan, Hewldana Enqere ya TBM’ê Azîme Bîlgîn, Akademîsyen Bekîr Berat Ozîpek û Berdevkê Demê yê TBM’ê Hakan Tahmaz pêk hat, diyar kir ku pakêt xetimandiya heyî çareser nake.

Berdevkê Demê yê TBM’ê Hakan Tahmaz hevdîtinên xwe ji DÎHA re nirxand û da xuyakirin ku, gûmanên xwe anîne ziman. Tahmaz wiha got, "Me daxwazên xwe pêşkêş kirin. Di heman demê de em dê wan daxwazên xwe ji nivîskar, akademîsyen û rewşenbîran re jî vebêjin.” Tahmaz anî ziman ku, xwestine hikûmet gavan biavêje, ji BDP’ê û AKP’ê peyamên pozîtîf wergirtine; lê belê CHP’ê nêrînên xwe yên partiyê yên berê dubare kirine.