Meclîs û hikûmet ji berpirsyariyê direvin

Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başran got serokê Meclîsê û hikûmet weke ku 4 endamên Meclîsê û bi hezaran girtî ne di greva birçîbûnê de bin tevdigerin û nikarin xwe ji berpirsyariyê nikarin xilas bikin.

Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acara Başaran divê hêla dîrokî û rojane ya daxwaza rabûna tecrîdê neyê piştghurkirin û bi destpêkirina rojiya mirinê ya 15 girtiyan rewş hê girantir bûye. Başaran got Konseya Ewropa û CPT û saziyên navnetewî ku demeke dirêj in bêdeng in divê berpirsyariya wan bi bîra wan were û xwest ku desthilat demildest dawî li tecrîda bêhiqûqî û ne meşrû bîne.

Başaran got heta niha wan bi gelek saziyan û kesan re ji bo ku meselê bidin fêhmkirin û pirsigrêk çareser bibe û berpirsyarî tevbigerin hevdîtin û xebat kirine lê heta niha li bara vê daxwaza meşrû xwe kerr û kor û lal dikin. Başaran got, ''Wek ku 4 endamên meclîsê û bi hezaran mirov ne di greva birçîbûnê de tevdigerin û xwe bêdeng dikin.''

SEROKÊ MECLÎSÊ MESELEYÊ SIVIK DIKE

Başaran li ser Serokê Meclîsa Tirk Musta Şentop got, ''Kesî ji Serokê Meclîsê daxwazeke 'şexsî' nekiriye. Gotina 'ez naaxivim'', nêzîkatiyeke wiha ye ku meseleyê biçûk dike, ji hêla wê ya dîrokî qut dike û berpirsyariyê ji ser xwe davêje. Leyla Guven parlamenterek e û deng standine, nûnerê wê beşê civakê ye nayê dîtin, tine tê hesibandin, bi zextê hewl tê dayin ku were rêvebirin û ji bo ku pirsgirêkên wan çareser bike parlamenter e. Ji ber vê jî beriya ku bibêje, ''ez pê re naxivim'' divê bibêje, ''çima parlamenterek dikeve greva birçîbûnê'', ''çima bi hezaran mirov dikevin greva birçîbûnê''. Meseleyeke wihaye ku Serokê Meclîsê an jî rayedarekî dî nikare piştguh bike. Mirov Imraliyê navend bibîne û li ser Rêzdar Oalan mafê destûrî û yasayî nas neke, di serî de tê wateya binpêkirina qanûnên Tirkiyê. Ji ber vê jî Wezareta Dadê di nav de hemû desthilat li ser vê mijarê berpirs e û muxatab e.''

BI HOVÎTÎ ÊRÎŞÊ DIBIN SER DAYIKAN

Başaran got bi rojiya mirinê ya 15 girtiyan re, hêla meseleyê hem ji hêla Meclîsê ve û hem ji hêla raya giştî ya Tirkiyê û cîhanê ve tê piştgujkirin û got, ''Li gel vê êrîşên hovene dibin ser dayikên ku ji bo daxwaz pêk bên derdikevin kolanan. Daxwaza girtiyên siyasî pir zelal e; divê tecrîda li ser Rêzdar Ocalan demildest rabe. Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan ji 5'ê Nîsana 2015'an ve bûye tecrîda mitleq, di serî de gelê Kurd li ser hemû gelê Tirkiyê tecrîda teqez hatiye danîn. Tecrîd li Imraliyê dest pê kiriye, bûye rêbazeke rêveberiyê û li ser hemû civakê hatiye ferzkirin.''

TÊKILIYA DÎROKÎ Û ROJANEYÊ

Başaran êrîşa li ser dayikan, li ser parlamenteran bersiva berbiçav a li greva birçîbûnê ye û got,''Beriya ku şêwaza çalakiyê were rexnekirin divê mirov têkiliya wê ya dîrokî û rojane deyne. Li gel vê, ji bo her kesî rabûna tecrîdê girîng e. Ji ber ku bandorê li ser jiyana me hemûyan dike. Ji hêla siyasî ve jî tecrîd tê maneya ku meseleya  Kurd ne bi rêbazên demokratîk, bi rêya zext, zor û şer ku aqilê dewletê bi salan e vê dike, were çareserkirin.''

ÊN BÊDENG JÎ BERPIRS IN

Başaran herî dawî got daxwaza Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî ji hêla qanînû û civakî ve meşrû û mafdar e, bi destpêkirna rojiya mirinê re ya 15 girtiyan rewş hê girantir bûye, ji girtiyan heke yek jê jî jiyana xwe ji dest bide berpirs hikûmet û rayedar in û ''di  vê pêvajoyê de çi kesê bêdeng jî berpirs in. Konseya Ewropa, CPT û saziyên navnetewî ku demeke dirêj e li bara vê meseleyê temaşevan in, divê berpirsyariya xwe bi bîr bînin. Desthilat divê berpirsyariya xwe bi cih bîne û demildest dawî li vê tecrîda nehiqîq û ne meşrû bîne.''